Dagirkirina Efrinê ne çareseriye

PDK-T di derbarê êrîşa Tirkiye li ser Efrînê daxûyaniyek belav kir.Daxûyani:Dagirkirina Efrinê Ne Çareseriye.Dewleta Tirk van rojên dawî bajarê Kurdistana Suriya Efrinê dagirdike. Bi hevalbendên xwe yên heremî dixwazin kontrola Efrinê bixin destê xwe. Hicetê dagirkirin û şer yên fermî Xwedêgiravî “pirsa terörizm û ewlekariya Tirkiyê ye”. Weke miletê Kurdistanê me ew hicetên hanê bihezar caran bihistinê. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev hicet gelekî bêwatebûne, ji ber ku şer û dagirkirin bi xwe tund û tijê ye hergav xurtir dike.Dewleta Tirk heta nûha ji bona pirsa Kurdan li Rojhilata Navin nebûye xwediyê projeyên çareseriyê. Dewlet di vê pirsê de hicetên vala derdixine peşberiya raya giştî. Xwe û derdora xwe ji di pirsa Kurdan de dixapinê. Pirsa Kurdan li Rojhilata Navin hemû Kurdan elaqedar dike. Divê çareseriyên demdirêj werin niqaşkirin. Miletê Kurd divê di Rojhilata Navin bibe xwedî mafên netewî, huquqî, ekonomi weke Tirk, Faris û Ereban. Miletê Kurd ne kêmî tu miletan e. Mafê ciranên me çibin, em weke miletê Kurd heman mafan dixwazin. Em wekheviyê dixwazin.Dagirkirin û şer li Efrinê xizmeta çareseriyê nake. Pirsa Kurdan aloztir dike. Kesên bêguneh dibin qurbanî. Bajar werandibin, gelê sivil koçber dibe, zarok dibin goriya şerê bêwatê.Ji ber van sedeman em weke PDK-T ji dewleta Tirk daxwaz dikin ku şer û dagirkirin bidawî were. Pirsa Kurdan li Rojhilata Navin bi rêbazên guftogo û aşîtiyana, bê şer û pevçûn çareser bibe. Ji bona vê pirsa divê aliyên Kurdan yêkrêzîyê, hevkariyê û netewayetiyê derxinin pêş. Xwe ji bona çareseriya mezin amade bikin û li hemberi tund û tujiyê derbikevin.Navenda PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya)  

Nerîna min :