KulturRojev

Dag: Bila zarokên Kurda dersa zimanê Kurdî hilbijêrin!

Cîgirê serokê AK Partiyê Hamza Dag li Diyarbekirê daxûyaniyek da û behsa zimanê Kurdî kir. Dag daxwaz kir ku, xelk zarokên xwe rêkin dersa hilbijare ya zimanê kurdî. Tê zanîn ku, niha xwendevan wek dersa hilbijare dikarin zimanê Kurdî hilbijêrin û di dibistanan de hînê zimanê Kurdî bibin. Lê di her dibistanê de divê hêjmarek xwendevan berhev bibin ku, da mamusta bêne destnîşankirin û zarok bikaribin zimanê dayikê fêr bibin.

Dag di axavtina xwe ya Diyarbekirê de got: “Pirsa Kurd jî di nav de gelek pirsgirêk di dema desthilatdariya AK Partiyê de hatine çareserkirin.Lê hinek li Diyarbekir dibêjin ku , emê pirsa Kurd çareser bikin û li Yozgatê dibêjin ku emê Qendilê di ser wan de birûxînin. HDP xwîna Kurda dimije û zarokên Kurda rêdikê serê çiya dide kuştin. AK Partî û Tayib Erdogan tenê pirsa Kurd çareser dike.”

Berdewamiya axavtina xwe de Dag daxwaz kir ku gerek zarokên Kurd dersa zimanê Kurdî hilbijêrin û ferî Kurdî bibin.

Bê guman Dag jî dizanê ku pirsa Kurd bi tu awayî nehatiye çareserkirin. Lê zimanê Kurdî niha wek dersa bijare di dibistana de heye. Yanî eger hijmara zarokên ku bixwazin dersa kurdî bixwînin bigihe çend kesan dê ji bo wan mamustayê Kurdî bê destnîşankirin. Lê li deverek wek Diyarbekir ev hêjmar gelekî kême û zarokên Kurda wek hilbijare jî dersa zimanê Kurdî naxwînin.

Kurd dixwazin zimanê Kurdî bi fermî bibe zimanê perwerdeyê. Bê guman pêwiste Kurd ji bo vê bitekoşin, lê eger li bajarên Kurda  Kurd di dibistana de zarokên xwe rênekin dersa zimanê Kurdî û hêjmara pêwist dersa Kurdî hilnebijêrin ev jî kêmasiyeka Kurda bi xwe ye. Gerek li hemû bajarên Kurdistanê zarokên Kurda bi hezaran dersa hilbijare bikin zimanê Kurdî û vê firsendê bi kar bînin. Mimkine ev yek rêya ku, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê jî bi awayek fermî veke.

Back to top button