Dadgeha tawana dixebite biryara girtina Beşar Esed bide
Birîkarê wezareta bergiriya Brîtaniyayê Nick Harvey got dibe ku dadgeha tawana ya navdewletî biryara girtina serokê Sûriyeyê Beşar el-Esed bide.
Li gor rojnameya Financial Times, birîkarê wezareta bergiriya Brîtaniyayê yê karûbarên hêzên çekdar Nick Harvey got ku tê pêşbînîkirin dadgeha tawana ya navdewletî biryara girtina serokê Sûriyê Beşar Esed bide ji ber pêwendiya wî bi tepeserkirin û çewsandina xwepêşandanan li welatê wî.
Her wiha piştî vedîtina 2 gorên komî li wîlayeta Deraa yên qurbaniyên êrişa artêşa Sûriyeyê, serokê rêxistina niştimanî ya mafên mirovan Emmar Elqûrebî ji AFP re ragihand, ku gelek wêne û belge li ser wan goran gihiştine destê wan û texmîn dikin gelek gorên din jî hebin.
Weke tê zanîn di 6ê gulanê de, 27welatên Yekêtiya Ewropayê cezayên giran weke cezayên bolkirina pare û qedexekirina seferkririna bo derveyî Sûriyê li ser 13 mezine berprisên rijêma Sûriyeyê dabû.
Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/cihan/7458-Rojevakurd-navn-berprisn-ceza-ser-dane-ekere-dike.html