Barzanî ji aliyên siyasî xwest bê şert bicivin

Serokê  Kurdistanê Mesud Barzanî di peyamekê de,  ji aliyên siyasî xwest ku, bê şert û merc li dor maseya gotûbêj û diyalogê bicivin û ji bona çareserkirina aloziyan rûpeleke nû vekin.

Serok Barzanî li dor aloziyên siyasî yên herêma Kurdistanê peyamek da û ev li jêr teksta peyama serok Barzanî: 
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Her di destpêka vê pêvajoya nesaxlem, ya ku tuşî pêwendiyên di navbera aliyên siyasiyên Kurdistanê de bûyî, li gor me wiha bu ku bi diyalog, danustandin û pêkveruniştin rêya herî baş ya çareserkirina hemû pirs û piegirêkan e. Ji bo vê armancê jî min di roja 10.04.2011ê de peyamek pêşkêşî hemû aliyan kir û min daxwaz ji wan kir ku berjewendiyên bala yên  gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin û ji bona ku, di çarçêweya yasa û şer’iyetê de,  bigihîjin rêkeftinekê,  li ser guftûgo û diyaloga di navbera xwe de berdewam bin.

Niha jî piştî wan çendîn civînên min yên digel hejmarek siyasetmedar û nûnerên navend û malbendên ronakbîrî, civakî û çîn û tuwêjê cûda cûdayên civakê de, min bi başî zanî ku careke din daxwazê ji hemû aliyên siyasî bikim ku dîsa, bê merc û şert, vegerin ser maseya guftûgo û diyalogê. 
Hemû alî bi hestkirin bi berpirsiyariya dîrokiya xwe reftar bikin û rûpeleke nû di pêwendiya di navbera xwe de hilbidin û ji bona ku bi awayekî minasib wan pirs û pirsgirêkan çareser bikin, hevkariya hev bikin.

Nerîna min :