Polîtîk

Barzanî: Federalîzim baştirîn çareseriye

Duhî dûşemiyê 16.05.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedînê pêşwaziya şandekî bilinda parêzgaha Selahedînê kir ku ji birêz şêx Şe’lan El Kireym endamê parlamentoya Iraq û yek ji şêxên mezinên qezaya Samera, Ehmed Ebdulla El Ciburî waliyê Selahedîn û Emmar Yusif serokê encumena parêzgeh û her wiha serokê encumena qezaya Samera û hejmarek ji endamên encumena parêzgeha Selahedîn û qezaya Samera pêkhatibûn, .

Di destpêka hevdîtinê de, şêx Şe’lan El Kireym balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera runiştvanên parêzgeha Selahedîn, qezaya Samera û Herêma Kurdistanê de, wî tekez li ser pêwîstiya pêşxistina wan pêwendiyan kir.
El Kireym behsa federaliya herêma Kurdistanê kir û got ku peyrewkirina wê sîstemê serkeftinekî mezin li herêma Kurdistanê bi dest anî û runiştvanên parêzgeha Selahedînê jî li benda wê yekê ne ku peyrewa wê sîstemê bikin û li vir da jî pêwîstiya wan bi piştgîriya serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye.

Şêx Şe’lan El Kireym balkişand li ser wê siyaseta piştguhxistinê ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve li beramber parêzgeha Selahedînê da tê peyrew kirin.
Wî behsa rola serok Barzanî ya di çareserkirina pirsên Iraqê de kir û piyadekirina siyaseta aştivaneya nîştimanî ku bûye sedema wê yekê hemû xelkê Kurdistanê li dewruberê serkirdayetiya xwe kombibin û vê serkeftinê bi dest bînin ku îro dibînîn.

Serok Barzanî di axavitina xwe de  tekez li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan kir û di vî warî de balkişand li ser helwesta pozetîva hinek kesayetiyên siyasî û leşkerî yên parêzgeha Selahedîn û qezaya Samera  di şoreşa Îlonê da.

Sebaret bi peyrewkirina sîstema federaliyê jî li parêzgeha Selahedînê da, serok Barzanî ronahîkir ku ew welatên peyrewa sîstema federaliyetê kirine karîne li ser pirsên xwe zal bibin, hebûna çend Herêmeke federalî li berjewendiya navendê daye neku bi berevajiya wê, lê belê hinek xelk heta niha bi şaşî li çemka federaliyetê têdigihin ku ne wiha ye.

Ji bo wê yekê ev daxwaza parêzgeha Selahedîn daxwazeke rewaye û destûra Iraqê jî wê mafê daye hemû parêzgehan û di vî warî de jî em bi hemû şiyanên xwe ve piştgîriyê lê dikîn û hewl jî didîn pirs û problemên wan parêzgehan jî bi awayeke yasayî bêne çareserkirin.

Back to top button