Kultur

Cureyeke dînazoran a ku nayê zanîn kişf bû

 

Paleontologan, li Fasê cureyeke dînazoran a ku heta niha nehatiye zanîn kişf kirin. Li gorî lêkolîna ku di kovara “Cretaceous Research”ê de hatiye weşandin, dînazorê goştxur yê ku hatiye kişf kirin, dişibe Tyrannosaurus (T-Rex). Tê texmîn kirin ku, ew dînazora li Efrîqayê, berî 95 mîlyon salî jiyaye. Dînazor, gorî dinazorên din, korta çavê vî dînazorî hîn kûr e. Paleontologa, navê dînazorê ku kişf kirine, navê ku di berhema J.J.R.Tolkien “Efendiyê Gustîran” de derbas dibe, “Lordê Reş Sauron” lê kirine. 

Bilindiya dînazor Sauroinops 12 metre ye û xwedan serekî fireh e. Dîsa gellek diranên dînazorê ku kişf bûye Sauroniops yên tûj jî hene.   

 

Back to top button