Koma BDPê sibe wê dest bi greva birçîbûnê bike
Ger heta sibe çareseriyêk di warê çalakiya grevên birçîbûnê de pêşnekeve, çalakî wê derbasa qonaxeke nû bibe. Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) biryarek girt ku sibe dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveker bikin. Çalakiyên ku di 12ê Îlonê de bi 63 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê destpêkiribû, niha her roj bi beşdariya kesên nû her diçe berfireh dibe. Hefta çûnê hemû girtiyên PKK û PAJKê jî dest bi çalakiyê kiribûn. Niha hejmara çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bi hezaran tê telafuzkirin. Herî dawî doh, 2 parlementerên BDPê, parlementera Amedê Emîne Ayna û parlementerê Wanê Ozdal Uçer dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
BDPê jî planeke nû xiste pêş xwe û bi şîara, “divê li hemberî wendakirina çirkekê jî tehamuliya me tine be” wê çalakiyên nû bimeşîne. Di vê bergehê de sibe, parlementerên BDPê wê civîneke çapemeniyê lidarbixînin û piştî daxuyaniyên xwe dest bi greva birçîbûnê bikin. Di 11ê Mijdarê de jî li hemû bajaran wê ber bi girtîgehan ve bimeşin û li pêşberî girtîgehan çalakiyan pêk bînin. Dîsa di şeva 11ê Mjdarê de çalakiya ronahî girtinê an lambe vemirandinê wê destpê bike.
Li gorî ragihandina navenda BDPê, sibe seet di 11.00 an de, li avahiya KCDê wê bicivin û civîna çapemeniyê lidarbixînin. Ger heta sibe di mijara grevên birçîbûnê de pêşketin dernekevine holê, tê payîn ku parlementerên di koma BDPê de ne dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger bikin.