Cîhan

Serokê Konseya Netewî a Suriyê diyar bû

Mixalifên Suriyê li paytexta Qatarê li Dohayê civîn lidarxistin. Di civîna mixalifan de Serokê Konseya Netewî a Suriyê hate guherandin. Şûna Serokê Konseya Netewî a Suriyê Abdulbasît Seyda ku eslê xwe Kurd bû, George Sabra hate hilbişartin. Eslê serokê konseyê yê nû xaçperest e. 

Di civîna mixalifan de 41 endamên Desteya Giştî û 11 endamên Deteya Rêvebir jî hatine hilbijartin. Di encama hilbijartina 11 kesên ku ji bo  Desteya Rêvebiriyê hatin hilbijartin de George Sabra cîh negirtibû. Li ser vê, endamekî Brayên Misilman (Îhvan) feragat kir ku George Sabra kete nav endamên Desteya Rêvebir. 

Georg Sabra sêyemîn Serokê Konseya Netewî a Suriyê ye. Berê jî Burhan Galyun û Abdulbasît Seyda serokatiya konseyê kiribûn. 

Back to top button