Li bakurê Kurdistanê Navçeya Dihê çiyayê reş dişewite. Ji doh ve agir bi çiyayê Reş yê seranserê başûrê Deşta Mişarê ketiye û çend gund bi imkanên xwe hewldidin ku agir vemirînin, lê gelek bi zehmetiyê dibînin û heta niha jî agir nehatiye vemirandin.
Di rastiya xwe de sedemê derketina agir nayê zanîn, kompaniyek li deverê rê çêdike û ihtimalê didin ku ji destê karmendên vê kompanyayê agir bi çîyê ketibe. Agir berbi hinek bingehên serbazîve ku li hewalên bilind hatinê danîn çû, lê nagihat bingehên serbazî û rê lê hate girtin. Lê agir her gava diçe belav belav dibe.
Ji berî niha li devera Antakya li Çîyayê Amanosê agir bê ket û 4 roja berdewam bû. Bi balefirên agirvemirandinê û imkanên mezinên dewletê midaxela hate kirin, wezîr û berpirsên dewletê serdana devera ku agir pê ketî kirin.
Lê li Sêrtê, nevçeya Dihê, Çiyayê Reş kesekî deng dernexist û midaxele nekir. Tenê Şeredariya Dihê ji dûrahiya demjimêrek rê weseteyek a Itfaiyê rêkir û wan jî ji bo tunebûnê rê nakarin herin çîyê û dewsa xwe de vegeriyan. Ji çend gundan gundî bi imkanên klasikî yanî bi hejên dara hewldidan agir vemirînin, lê mixabin gelekî serneketin.
Pirsek tenê li vê derê tê bîra mirov gelo, ev xelkê deverê dê çewe girêdanek xwe bi dewletê re bibîne.? Niha ji dev hemû nirxandinên siyasî û îdeolojik berdin, lê rastiya ku mirovek xwe ne aîdê dezgehekî bibîne û çavek cuda li xwe binêre derdikeve holê.
Çiyayê Reş dişewite, xelkê deverê bihezaran darên kizwan ji bo bibin fistiq fitrûm kirine. Niha xelkê 10-15 sala kedek mezin daye heta feydeyekî ji Fistiqa bibînin. Lê mixabin di 2-3 demjimêra de keda 10 sala bû xwelî û nema. Ji derê hemû şiroveyên siyasî gelo qet di warê mirovatî de jî wijdan nemaye.
Ya dewletê tê zanîn, ne xema waye. Lê ev dezgehên behsa Ekolojiyê dikin, ewin behsa jingehê dikin gelo ji bo çi bê dengin? Ev yek ji bo dezgehên kurda jî derbas dibe. Gazind ji hemû dam û dezgehên Kurdaye. Çiyayê Reş dişewite xema kiye, ne xeme! ji ber ku tu rantek siyasî di midaxeleyê de tuneye.