Malper Polîtîk Li rojavayê Kurdistanê ber bi yekrêziyê ve gavên erênî tên avêtin

Li rojavayê Kurdistanê ber bi yekrêziyê ve gavên erênî tên avêtin

Serokatiya Giştî ya ENKS li bajarê Qamişlo civiya û danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û peywendiyên xwe bi opozisyona Suriye re gotûbêj kirin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku di civîna îro de, behsa pêşhatên dawî yê danûstandinên Kurdî-Kurdî hat kirin û pêşniyara dawî ya nûnera Amerîka ji bo danûstandinan hatiye gotûbêjkirin.

Silêman Oso diyar kir ku ew bi pêşniyara Amerîkayê rêjeya nûnertiya her aliyekî di lêvegera siyasî de razî bûne, ku her aliyek %40 be, ji sedî 20 ên din jî, 10 ji bo her aliyekî ye, ew serbest in kê derbasî nava lêvegerê bikin.

Li ser pêwendiyên di navbera ENKS û Îtîlafê de jî Oso got, belge di navbera wan û ÎtÎlafê de hene û rê nadin tu kesek û aliyek mafê gelê Kurd bixwe. 

Silêman Oso herwiha derbarê peywendiyên ENKS û Îtîlafê de ragihand, ji bo guhertin û dûrxsitina her endamekî ENKS, pêwîst bû bi hemahengî li gel wan bê kirin û tekez kir ku ew naxwazin ji Îtîlaf û Desteya Danûstandinan a Opozisyonê derkevin lê Serokê Îtîlafê wan paşguh dike.

Danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û hevpeymanên wê û PYD û hevpeymanên wê de derbasî qonaxeke din bûye û Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 ji xwe re dikin bingeha danûstandinan.

Bê nêrîn

Nerîna min :