Serokê Kurdistanê spasî hevkariyên Amerîkayê dike

Êvariya îro sêşem 15/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li civînê de rewşa siyasî û emniya Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistan li gel Amerîka û xwest û derfetên pêşxistina wan, guftûgoya stratejiya Iraq û Amerîka, metirsiyên terorê, rûbirûbûna Da’îş û giringiya berdewamiya piştgîriya navdewletî ya ji bo Iraqê li şerê dijî terorê da, hewlên çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û pirsa hilbijartinên nû yên Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî hevre bûn ku derbaskirina kêşe û gefên li ber Iraqê, piştgîrî û karê pêkveyî û hevkariya di navbera aliyan û pêkhatên Iraqiyan pêwîste û li vî derbarî de civaka navdewletî jî dikarê yarmetîder û hevkar bê.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariyên serbaziyên vê dawiyê ya Amerîkayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir ku li çarçêweya beşeke dinê hevkariyên serbaziyên xwe yên ji bo Iraqê yên ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên Da’îşê, îro beşek ji wan ya li beşa Herêma Kurdistanê radestî Wezareta Pêşmerge kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Amerîka li Iraqê pesnê welatê xwe ya ji bo pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya aramiya li navçeyê de kir. Her wiha piştgîriya Amerîka ya ji bo herêmeke bi hêza Kurdistanê ya li çarçêweya Iraqa Federal da dûpat kir.

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virusa Korona û hewl û rêkarên wê yên rûbirûbûna wê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û hevsê, rewşa navçeyê bi giştî û girîngiya karkirina ji bo parastina aramiya li Rojhilata Navîn û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên beşeke dinê vê civînê bû.

Nerîna min :