“Biratiya Gelan“û êrîşkirina Kurdan

“ Ji bo ku hun kurdin ew (Tirk) çikas êrîşe we bikin,hun Tirka hemêz bikin. Dê ev roj derbasbibin, tişta ku dimîne birayetiye.“ Selahattin Demirtaş
Tê zanîn ku gelek cara li bajarên Tirka û hinek navçeyan êrîşê kurda dikin, piranî dema hinek kurdî kiset dikin, yan jî nijadperestên Tirk, dibînin ku çend ciwan stranek kurdî dibêjin yan jî gelek cara nijadperest ji kurda acizin û êrîşê wan dikin. Di encama êrîşan de bi dehan ciwanên kurd hatine kuştin û bi sedan kurda li bajarên Tirka lêdan xwarine û birîndar bûne.
Piraniya Kurda piştî şerê PKKê destpê kirî û dewleta Tirk bi hovane êrîş bir ser cih û warên Kurda bi sedê hezaran kurd koçber bûn berê xwe dan nava Tirkan. Dewlet û PKK ji bo Kurdistan ji xelkê vale bibe her tişt kirin û bi milyona Kurd ji cih û warên xwe koçberbûn. Li gora hinek lêpirsîna zêdeyî 6 milyon kurd ji Kurdistanê bar kirin û li Tirkiye bûn benaber. Wek din siyaseta PKK ya çewt wek şerê xendeka, cardin bû sedem ku Kurd koçber bûn.
Ev yek wek birînek civakî ye û gelekî kûr bûye. Lê gelek sedemên vê yekê hene. Piraniya caran siyaseta li bakurê Kurdistanê serdest, bûye sedemek ji van êrîşan. Her çikas siyaseta PKK/HDP behsa “biratiya gelan“ dikin û dibêjin ku em ne partiyek a kurdane û em dixwazin demokrasiyê bînin Tirkiye. Yanî çi şîarek belevacî dibîjin, ew dibê sedemek ku Tirk behtir êrîşê Kurda bikin. Gelek Tirk dizanin ku “ Kurd hemû PKK î ne û hemû teroristin“. Yanî di çavê Tirkan de Kurd potansiyel teroristin. Heta gelek cara dewlet vê siyaseta hanê dipejirîne.
Çikas êrîşek a nijadperestên Tirk çêdibe HDP û rêveberên wê ji aliyekî van êrîşan bi uslûbên xwe şermezar dikin ji aliyek din ve heja behtir behsa biratiyek derew dikin.
Biratiya gelan tiştek pîroz e û hêjaye, lê divê biratiyek rasteqînîbe. Kurd û Tirk birayê hevin dema ku hemû mafên wan wek hevbin. Kurd û Tirk rastî bi birayetî dikarin di welatekî de li gel hev bijîn. Lê divê di hemû warî de wek hevbin. Mafê du bira çiye divê yê Kurda û Tirka jî ew be. Ev maf çine? Dewleta Tirka heye, bila ya Kurda jî hebe, zimanê wan fermiyê. bila yê Kurda jî fermî be, navê wan dewleta wan hatiye kirin bila navê Kurda jî li dewleta Kurda bê kirin. Yanî kurd û kurmancî divê yan T.C. ji holê rabe û bibe T.K.C. yan jî navek hevbeş lê tê kirin.
Biratiya rast eve. Wek din gotina biratiyê nabe bibe şîarek a siyasetên qirêj. Tirk êrîşê me dikin, yên wek Demirtaş dibêjin bila ew me bikujin ,lê em wan hemêz bikin. Bila herkes bizanibe her dema kurd dibêjin “biratiya gelan“ Tirk henekên xwe li me dikin. Ew biratiya me qebûl nakin. Gotina biratiya wan ji bo kurdan dibe xûlametî û koletî. Siyasetên wek HDPê jî dibin zemînê siyaseta wan a derew.
Dema êrîşê Kurdan dikin ji bo ku tenê ew kurdin, nabê Demirtaş bi rihek kompleksa bindestiyê gotinên vale bêje. Her gotin dibe sedemê êrîşek din.
Nûçe/analîz