PolîtîkRojev

Kiliçdaroglu serdana Davutoglu kir

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serdana serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu kir.Civîna herdu serokam 1.5 berdewam kir.Piştî hevdîtinê serokê herdu partiyan konferansek rojnemevanî li darxistin û bersiva pirsên rojnemevanan dan.
Kiliçdaroglu axavtina xwe de got: Me li ser pirsgirêkên cîhanê û Tirkiye gotubêj kir.Serokê giştî dîtinên xwe ji me re gotin. Taybetî di derbarê pirsa demokrasiyê de wek v fikirandin gelekî girîn bû. Em dixwazin Tirkiyek ku herkes bikaribe baweriya xwe bi azadî bînê ziman. Herweha me li hevkir ku pêşerojê de pirsek girîng hebê, emê cardin hevdîtina bikin.
Ahmet Davutoglu jî di axavtina xwe de got: Di qonaxên guhertinên girîng pêktêne hevdîtin û diyalog gelekî girîng e.Serdana birêz serokê giştî destpêkek gelek başe. Ji bo em bikaribin demsala demokrasiyê bi hêz bikin hevditina lîdera gelekî giring e. Me behsa hevdîtinên vê dema dawî kir. Tişta em bikin emê hevdîtin û serdan hev bikin di siyasetê de ew tişta ku mirov behriyê dike dê peyda bikin.
Serokên herdu partiyan jî behsa tu tifaqa nekirin. Lê tê zanin ku di vê qonaxa behsa hilbijartinên pêşwext li Tirkiye tê kirin, her aliyek li gora xwe di nava lepteki de ye.

Back to top button