PolîtîkReferandum

Ciwanên Kurdistanê peyama xwe li Barzan dan

Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê îro (29.09.2017) piştî serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê serdana gora babê netewa Kurd Barzaniyê Nemir û Îdrîsê herdem zindî kirin. Di vê çalakiya bi wate de nûnerên ciwanên Bakûr/Rojhilat/Rojava û Başûr li ser gora Barzaniyê Nemir gotarek pêşkêş kirin. Li ser navê ciwanên Bakûrê Kurdistanê Sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhad Mêrdînî axaftinek kir.Axaftina Serhad Mêrdînî;”Bi navê Xwedayê mezin û dilovanEm wek ciwanên Bakûrê Kurdistanê xwe neviyên Ahmedê Xanê/Şêx Ubeydullahê Nehrî/Alîşêrê Koçgirî/Şêx Seîdê Pîran û Îhsan Nûrî Paşayê Agirî û bi hezaran cangoriyên ku li pê navê serxwebûna Kurdistanê canê xwe da ne dibînin û îro li ser gora babê rûhî yê netewa kurd Barzaniyê Nemir bi eşkere diyar dikin ku bi birayên xwe yên Rojhilat û Rojava em hatine û piştevaniya birayên xwe yên Başûr dikin di rêya serxwebûn û azadiyê de. Serxwebûn û dewletbûn mafê rewa yê miletê kurde, di ev doza ku îro canabê serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê dike em wek ciwanên Bakûr amadene bi hemû rengî di nav vê xebata pîroz de cih bigrin û têbikoşin, em bi cenabê serok re ne û îro hemû kurd li pişta cenabê seroke. Em weke milet bi hêsanî nehatine van roja, heta ku em gihaştine vê qonaxê me bi milyonan şehid dane û bi sedan caran em bi jenosîd û bi komkujiya re rû bi rû mane bi vê minasebetê em bangî dam û dezgehên navnetewî û dewletên cîhanê dikin ku di doza dewletbûna Kurdistanê de pişta me kurdan bigrin em weke milet ne xeterî ne bo hiç dewletekê bileks heta vê rojê me ispat kiriye ku em aşitî û aramiya heremê diparêzin û minakek gelek başin ji bo rojhilata navîn bi temamî.Di dumayikê de em bi hemû germahiya dilên xwe diqîrin û dibêjin;Bijî Kurd û KurdistanNemirî ji bo şehîdan”29.09.2017BARZAN/Kurdistan 

Back to top button