Ciwanên Kurdistanê Komeleya xwe li Cizîrê vekirin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî Diyarbekir û Mêrdînê nihajî li Cizîra Botan Komeleya Tevgera Ciwanan vekirin.

Îro demjimêr 14.00ê piştî nîvro gelek ciwan ûxelkê bajarê Cizîrê li avahiya Komeleya Ciwanan kom bûn. Ciwanên Kurdistanê bi siruda netewî û alayên Kurdistanê komele vekirin. Bê goman vekirina Komeleyên Tevgera Ciwanan di pêşxistina xeta netewî de gavek gelekî girînge.

Ciwana kolanên Cizîrê bi alayên Kurdistanê xemilandin

Di vekirina Komeleyê de serokê Komelê axavtinek kir û da xuyakirin ku ewê xwedî li nirxên netewî derkevin û zemînek civakî de bi metodên demokratî û aşitiyane doza mafê gelê xwe yê rewa bikin.

Nerîna min :