Cîhan
Ciwanên Iraqî ji ber hejariyê di nav artêşa Rûsyayê de şer dikin

Analîstê siyasî yê Iraqî Elî Hebîb ji One News re got, “Ciwanên Iraqî ji ber xizaniyê bûne şervanên artêşa Rûsyayê.”
Li gorî raporên navneteweyî, di meha Sibatê de 600 şervanên milîsên Iraqî çûne Rûsyayê da ku li dijî Ukraynayê şer bikin.
Analîst dibêje rewşa aborî ya dijwar û bêkarî sedema wê ye ku ciwanên Iraqî dibin şervanên şer. Ev ji bo serwerî û pozîsyona Iraqê pir xeternak e, û ev doz bi qasî mijara bazirganiya mirovan xeternak e.
“Hikûmeta Iraqê di parastina jiyana welatiyên xwe de xemsar e û ji bo pêşîgirtina wê ti tedbîr negirtiye, ku dê bandorek neyînî li ser Iraqê bike.”


