Civak
Ciwaneke Kurd bernameyeke taybet bi Koronayê çêdike

Ciwaneke bajarê Hewlêrê bernameyeke taybetî çêkiriye ku taybete bi çareseriyên Korona û plazmaya xwînê. Li vê rêyê ve welatî dikarin wekî xwebexş, wergirê plazma û ji bo xwînbexşînê sûdê jê bibînin.
Ev ciwanê Kurd çendîn bernameyên (app) din jî di demên pêwîst de çêkiriye û wekî ku ew dibêje piştî xelasbûna Koronayê jî welatî dikarin bikarbînin.
Yasîn Abdullah ew ciwane ku xwendekarê beşa programsaziya koleja endazyariye, ew di demeke kêm da vê appê çêkiriye. Piştî çend rojeke din projeya xwe dixe xizmeta welatiyan de.