PolîtîkRojev

Civînên PKKê û Rejîma Sûriyê aşkera bûn

 Çavkaniyekî nêzîk li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku baskekî nêzîk PKKê ye, aliyên veşartî yên civînên PKKê û Rejîma Sûriyê aşkera kir.

Li gor wê çavkaniyê ji BasNewsê re ragehandiye: Rejîma Sûriyê di civînan de daxwaz kiriye hemû navçeyên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê radestî rejîmê bên kirin û li hember wê jî heta naha ti daxwazekî PYDê razî nebûye.

Li gor gotinên heman çavkaniyê PKK, ji bo nêzîkbûna PYD û HSDê li Rejîma Sûriyê hatiye ser xet û beşdariyê di civînan de dike û yek ji rêveberên xwe yê bi navê Sabrî Ok şandiye wan civînan.

Herçend di beşek wan navçeyên li Rojavayê Kurdistanê hemahengiyekî ewlehiyê di navbera PYDê û Rejîma Sûriyê de heye jî, lê Rejîma Sûriyê daxwaza zêdetir dike û dibêje divê PYD hemû navçeyên bin desthilata xwe radest bike.

Heman çavkaniyê aşkera kir, nûnerên Rûsya ku çavdêrê civînan in, daxwaz kirine hêzên Rejîma Sûriyê li Kobanê û navçeyên din ên Rojvayê Kurdistanê yên nêzîk sînorê Tirkiyê bên belav kirin, lê HSDê ew daxwaz ji bo piştî rêkeftinê paşxistiye.

Back to top button