Civînên opozisyonê niha li gel PDK û YNK sekinîn
Berî ku opozisîyon hemû beşên projeya KDP û YNK guft û go bike, kombûnên xwe ya ji bo, cihbicih kirina dawxazîyan, bi KDP û YNK re sekinadin.
Endamê poltîburoya Komeleya Îslamîya Kurdistanê Bîlal Silêman ji PNA re ragihand, ku sedema hilpesardina kombûnan ji bo vê yekê vedigere, ku KDP û YNK çend carin peymana bi cihanîna daxwazîyên opozisîyonê û xwepêşanderan didin, belê ti ji van daxwazîyan jî bicih naynin û heta niha teqe bi xelkê tê kirin û birîna nanê xelkê jî berdewam e.
Di berdewambûna axavtina xwe de Silêman, di derbarê projeya KDP û YNK got, heta niha ev projeya han di warê guftûgoyan de ye, ku opozisîyonê beşek temam kirîye û beşên din jî hîn mane. Weha jî da xuya kirin, ku hilpesardina kombûnan ti peywendîya xwe bi projeya KDP û YNK nîne.
Ji alîyekî din ve bêjedarê poltîburoya KDP Cefer Îbrahîm Emînkî ji PNA re ragihand, ku heta niha bi awayeka fermî hilpesaredina kombûnan ji alîyê opozisîyonê ve negihaye me. Em hêviya wane, heger her demek helwêsteka nû ya opozisîyonê bighêje destê me, em dê bersiva wan xal bi xal bidin.
Eminkî got ku, ji berî ku helwestek ji raya giştîre werê ragihandin, divê opozisyon me agahdar bikin ku em li ser rawestin.