Polîtîk

CHP-ê di parlementoyê de sund xwar

Îro parlementerên CHP-ê sund dixwin.Dema parlementoyê dest civîna xwe kir,parlementerên CHP-ê destpêkirin sund xwarin. Wek tê zanin ji bo du parlementerên CHP ku di doza Ergenekonê de girtî nehatin berdan, CHP-ê roja yekem ku parlemento vebûyî sund nexwarin.

Lê piştî ku serokê parlementoyê hatî hilbijartin, li gel CHP-ê hevdîtinek pêkanî û piştî vê hevdîtinê CHP ji biryara xwe vegeriya û îro di parlementoyê de sund xwar. Bi vî awayî dê CHP jî bikaribe tevlî karê parlementoyê bibe.

Niha tenê parlementerên serbixwe û yên BDP-ê mane ku sund nexwarîn. BDP jî ji bo qebulnekirina parlementeriya Hatip Dicle û bo 5 parlemnterên girtî nehatin berdan parlemento boykot kirin û sund nexwarin. Li ser vê yekê rojnemevana ji Erdogan pirsî: Erdogan di vê derbarê de got: CHP ya pêwist dike. Ji xwe daxwaziya me jî ev bû. Niha em hêvî dikin ku BDP jî werê sund bixwin, cihê hemî pirsekî parlementoy e. Karên ji dervê parlementoyê ji tiştekî re çareseriyê nayne.

Back to top button