Civîna Dostên Suriye bê kurda çêdibe

Civîna dostên Suriye 1-ê Nîsanê li Tirkiye Stanbulê dicive. Nûnêrên 74 welatan di civînê de amade dibin û di derbarê rewşa Suriye de dîtinên xwe dibêjin. Armanca civînê ewe ku bala rejima Suriye bikşînin û herweha bi awayekî opozisyona Suriye nasbikin.
Ji bo amadebûna vê civînê 26-ê Adarê li Stanbulê civîna opozisyona Suriye pêkhat û armanc ew bu ku opozisyona Suriye li gel Encumênê Niştimaniya Kurdên suriye li hevwerin û daxwaziyên Opoziyona Suriye li gel kurdan jî hevbeş pêşkêşî civîna 1-ê Nîsanê bikin.
Lê helwesta nijadperest ya hinek gurubên opozisyona Suriye bu sedemek ku tu daxwaziyên Kurdan qebûl nekirin û pêşniyarên Encumana Niştimaniya Kurda nepejirandin. Ev bû sedemek ku kurd bi yek dengî ji civînê derketin û helwesta opozisyona Suriye şermezar kirin.
Herweha doh lu Kurdistana Rojava di xwepêşandanên li dijê rejimê pêkhatin de jî gelê kurd pişgiriya helwesta Encumena Niştimaniya Kurd kir û helwesta opozisyona suriye şermezar kir.
Li gora gahdariyên me ji berpirsên ENKS girtîn ew ji bo civîna Stanbulê bi awayek fermî nehatine dawet kirin. Lê ihtimala dawetkirina wan hê jî heye. Herweha li gora agahdariyên gihane me wezîra derve ya Amerîka Hilary Clinton pêwendî li gel hinek endamên ENKS daniye.
Eger kurd tevlî vê civînê nebin opozisyona Suriye jî gelek zehmete ji aliyê welatên ku di civînê de amade dibin wek nûnêrê yekem yê opozisyuna Suriye bê qebûl kirin.
Rojevakurd