Polîtîk

BDP-ê civîn terk kir.

Di Bîranîna Qazî Muhamed a li Diyarbekirê de, ji ber axaftinên li ser BDP’ê pirsgirêk derket. BDP’iyan civîn terk kir.

Li Diyarbekirê li Salona Dawetê ya Roj 65’emîn salvegera darvekirina Qazî Muhamed hate lidarxistin. Salveger ji aliyê Yekbûna Welat û Şoreşgerên Demokrat a Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Cîgira Hevserokên BDP’ê Meral Daniş, rêveberên Koma Diyaloga Dîcle Firatê, Îbrahîm Guçlu û gelek şexsiyetên navdar tevli salvegerê bûn.

Li gora nûçeya AKnews,di bîranînê de ji bo Qazî Muhamed û hemû kurdên ku di riya têkoşîna kurdan de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Her wiha sirûda Ey Reqîb hate xwendin. Li ser navê organîzatoran Ramazan Bulut axaftin kir. Bulut, BDP’ê bi partiya tirkbûnê sûcdar kir û got ew temsîliyeta kurdan nake. Li ser vê yekê di civînê de qeyran derket. BDP’iyan civîn terk kir.

Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu jî di axaftina xwe de li ser girîngiya Qazi Muhamed, Mela Mistefa Barzanî axivî û xwest li Bakurê Kurdistanê jî giyana wan bi keç û xortên kurdan bê jiyand in.

Helbestvan Ahmed Kurdî jî helbestên bi kurdî xwendin.

Back to top button