Ji bo yekemîn car ji dema destpêkirina şoreşa li Sûriyê xwenîşandanên roja înê li bajarên kurdî li jêr navekî cuda ji navê giştî yê xwenîşandanên li eranserî Sûriyê pêk hatin. Ev helwesta Kurdan bersivek bû li dijî biryarên civîna opozîsyona sûrî li Stenbolê.
Piraniya xwenîşandanên li bajarên kurdî li jêr navê “Îna mafên gelê kurd” pêk hatin. Li bajarên din ên Sûriyê çalakvann li jêr navê “Ereb û musilmanan dev ji me berdan” li dijî rêjîma Sûriyê xwenîşandan pêk anîn.
Ji ber ku daxwazên wan li ser mafên gelê kurd li Sûriyê nehatibûn pejirandin, Encûmena Niştimanê ya Kurdî li Sûriyê û piraniya endamên kurd ên Encûmena Niştimnanî ya Sûrî vê hefteyê xwe ji civîna opozîsyona sûrî li Stenbolê vekişandibûn û aliyên opozîsyona sûrî wek “şovînî” û xwediyê “mejiyên kevn” bi nav kiribûn.
Bûyera li Stenbolê bû sedem ku xwenîşandanên Kurdan vê înê bêtir rengek kurdî yê neteweyî stend. Xwenîşandan ji bo protestokirin û şermezarkirina helwesta opozîsyona sûrî beramber pirsa kurdî li Sûriyê hatin bi kar anîn. Lê vê yekê nekarî lê ber wê yekê bigire ku vê înê hejmara beşdarên di xwenîşandanan de kêmtir bû ji hefteyên buhurî.(Rudaw)