Nivîsar

Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriya

 Di 21. 04. 1954 an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat damezirandin.Damezirênerên Civatê:Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêş Mela Silêman, bûn.Bernama Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê1- Navê Civatê: Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên kurd li Sûriyê ye.2-Civat, rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye.3- Komîteya Navendî wê serkêşiya Civatê bikê.4- Komîteya Navendî ji çar hevalan pêk tê, ew jî ev in: Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê û Derwêş Mela Silêman.Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:5- Rizgarî û yekîtiya kurd û Kurdistanê.6- Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên kurdan yên netewî.7- Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.8- Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişiyê.9- Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewşenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêşerojê de çap bikin.10- Weşandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.11- Piştgiriya jinên kurd beramber nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê.12- Her kurdê ku bixwaze bibe endamê Civatê, diviyabû vê sûndê bixwe:” Ez bi Yezdanê pak û dilovan û bi şerefa xwe û şerefa Kurdistanê sond dixwim ko bi dil û can bibim endamê Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê û bendên destûra wê bê kêmayî bi cî bînim û jê re fidakar bim ta roja dawî”.13- Civat ji malikan tê ava kirin, her malikek ji sisê ta pênc endaman pêk tê, yek ji wan berpirsiyarê malikê ye û yek jê xiznedar e.14- Malikên Civatê bi giştî xebata xwe di bin çavdêriya komîteya navendî ya Civatê de dikin.15- Civînên malikan di heftiyê de carek e.16- Her endamekî Civatê, di mehê de 25 qurûşê Sûrî mafê endametiya xwe dide xiznedar. Berpirsiyarê malikê wan pera bi rapora xwe ya mehane re, bo komîteya navendî bi rê dike.17- Civînên komîteya navendîkomîteya navendî di mehê de carekê civînekê li dar dixe, di civînê de raporên malikan tên xwendin û belavokek tê weşandin. Eger pêwîstiyek hebe, dikare civînek din di nava mehê de li dar xîne.Civata Xortan Û Partiya Demokrat a Kurd li SûryêDi 30 ê çirya paşîn a sala 1957an de, civînek li mala Dr. Ehmed Nafiz li Qamişlo çêbû, ji bilî Dr. Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebanî, Samîyê Mela Ehmedê Namî û Derwêşê Mela Silêman beşdarî civînê bûn (Mihemedê Mela Ehmed hîna leşker bû, dîtina wî di wê dema kurt de pir dijwar bû). Mela Ehmedê Namî ji Civatê re wek palpişt û şêwirdar bû û bi navtêdana wî di wê civînê de, min û Derwêş biryara tevlîbûna Civata Yekîtiya Xortên Demokrat Ên Kurd Li Sûriyê di rêza Partiya Demokrat A Kurd li Sûriyê da. Û ji wê rojê ve Civata bû beşek ji Partiyê.Samî Ehmed NamîStockholm. 2016.05.29Çavkanî: Pirtûka Dîmenin Ji Dîroka Winda, Samî Mela Ehmed Namî,APEK Tryck AB, Stockholm 2000.

Back to top button