CîhanCivak

Italya roja xwe ya netewî li ser kelha Hewlêr pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima roja neteweyîya Îtaliyayê ku, ji aliyê konsulxaneya Îtaliyayê ya li Hewlêrê ve hatibû amadekirin, kir û di merasimê de çend peyv hatin pêşkeş kirin.Di merasimê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Marko Karnîlos sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê amade bûn, Elesendira de Pîpo konsula Îtaliyayê ya herêma Kurdistanê, peyvek pêşkeş kir û têde bixêrhatina serokwezîrê herêma Kurdistanê kir û li hember beşdariya serokwezîr di merasimê de kêfxweşiya xwe nîşan da.

Wê di peyva xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku Îtaliya dê li ser alîkarîkirin û hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warên cuda de, bi taybetî di şerê dijî terorê de berdewam be û têkeliyên xwe bi herêma Kuridstanê re xurtir bike.  Wê got ku ji bo wan şanaziye ku konsulxaneya wan li bajarê Hewlêrê li ser Kelha Hewlêrê roja neteweyîya Îtaliyayê pîroz dike.Di merasimê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û tê de roja neteweyîya Îtaliyayê li gel û hikûmeta wî welatî pîroz kir û ji bona wê alîkarî û hevkariya di warên cuda de û bi taybetî di şerê dijî terorê de pêşkeşî herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike, sipasiya Îtaliyayê kir.Mistefa hêvî xwest ku têkeliyên Kurdistan û Îtaliyayê di hemê wan re berfirehtir bibin.

Back to top button