Hevpeyvîn

Civaka sûrî piralî ye û komeke tenê nikare bibe desthilatdar

Ismaîl Hemê (1964) endamê damezirêner ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ku di sala 1999ê de hat damezirandin. Ew ji sala 2010ê ve sekretêrê wê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvîna bi KURDWATCHê re de Hemê behsa rola partiya xwe di şoreşa sûrî de û herweha peywendiya Tevgera Niştimanî ya Kurdî bi Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê re dike.

Ji nîvê adara 2011ê ve li gelek bajarên sûrî xwenîşandan pêk tên. Ta niha ji bilî Şepêla Pêşerojê partiyeke kurdî jî bangî xwenîşandanan nekiriye. Partiya we jî, ku bi eslê xwe yek ji partiyên kurdî yên radîkal e û herweha yek ji partiyên sûrî yên pêşî bû ku xwenîşandan amade kirine. Çima ev helwest?

Ev agahî şaş e. Em wek Yekîtî ji pêşî de beşdarî xwenîşandanan bûne û ji roja pêşî de alîgirê şoreşê ne. Me, Şepêla Pêşerojê û Partiya Azadî berî sê mehan daxuyaniyek hevbeş weşand. Me hingî diyar kir ku em beşdarî xwenîşandanan dibin. Ev yek ji bo rêvebiriya Yekîtî jî pêk tê. Ez wek sekretêr gelek caran beşdar dibim, hevalên me yên mekteb siyasî jî amade ne. Me bi xwe jî xwenîşandan amade kirine. Li herêmên kurdî naskirî ye ku Yekîtî li gelek bajarn bi xwe dest bi xwenîşandanan kiriye.

Partiya te bangî xwenîşandanan dike?

Belê. Em her hefte raportekê diweşînin, tê de tê nivîsandin bê kîjan berpirsê partiya me di kîjan xwenîşandanê de beşdar bû. Em bi tevaya hêza xwe di nav çalakiyên protestoyê de ne.

Ta niha hinek hevdîtinên oposîtsyonê li hundir û derveyî Sûriyê pêk hatine. Partiyên kurdî beşdarî piraniya van civînan nebûne. Çima?

Em di civînên cuda ên li hundir de beşdar bûn. Me û partiyine din Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat damezirand. Lê em hevdîtinên ku li derve pêk hatin, cidî nabînin. Ew bêtir bilez û ji ber propagandayê pêk hatin. Ew bi vî awayî ji şoreşa sûrî re nabîn alîkar.

Hin şirovevan îdîa dikin ku partiyên kurdî beşdarî civînên li derve nabin, çimkî piraniya komên li wir vexwendî doza rûxadina rêjîmê dikin.

Me wek tevgera kurdî ta niha doza eşkere ya rûxandina rêjîmê nekiriye. Em doza guhertina sîstemê dikin. Ev zelaltir e ji doza rûxandina rêjîmê. Me wek Yekîtî gelek caran daxuyanî weşandine, tê de me gotiye ku ev rêjîm nema rewa ye.

Partiya te neket Daxuyaniya Şamê, çimkî ji bo we helwesta li ser Kurdan ne bi dilê we ye. Êdî hûn beşdarî Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat bûn, lê piştî demeke kurt we xwe jê vekişand. Gelo cudabûna helwesta li ser pirsa kurdî li cem Daxuyaniya Şamê ji ya Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat li kû derê ji hev cuda ye? Û çima hûn komîteyekê dadmizeirînin û piştre jê vedikişin bi hiceta ku helwesta wê ya li ser Kurdan ne bi dilê we ye?

Helwesta Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat li ser pirsa kurdî ji ya Daxuyaniya Şamê zelaltir e. Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat qebûl dike ku Kurdên li Sûriyê netewe ne, ku pêwîstiya Kurdan bi misogerkirinên destûrî heye, ku hebûna Kurdan dipejirînin, û ku divê pirsa kurdî di çarçeweya Sûriyeke demokrat de bê çareserkirin. Di heman demê de hatiye nivîsandin ku ev yek ne berevajî wê rastiyê ye, ku Sûrî beşek nayê dabeşkirin ji neteweya erebî ye. Em ji ber vê xala dawî ne razî bûn. Ji bo me ne pêwîst bû ku behsa vê xalê bê kirin. Ku ev xal derbasî daxuyaniya hevbeş a komîteyê bû, belavbûna helwesta erebî ya neteweperest di nav komên erebî de nîşan dide. Em ne razî bûn ku nûnerê me ev daxuyanî imze kir. Em dixwazin ku partiyên kurdî komeke xweser damezirînin.

Em şaş dibînin ku em an partiyên kurdî yên din bikevin nav Daxuyaniya Şamê yan Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat. Gerek em wek komeke xweser bi oposîtsyona sûrî re danûstandinan bikin. Ramana me ew e ku koma kurdî ligel Daxuyaniya Şamê û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat hevbendiyekê pêk bîne. Nerîna me ew e ku em di herdu hêzên oposîtsyonê de tenê pêvek in. Lê em dixwazin ku koma kurdî yek û serbixwe be. Mixabin partiyên kurdî yên di Daxuyaniya Şamê de alîkariya me nekir û bi vî awayî helwesta me qels kir. Gerk em wek komek kurdî ya serbixwe tevbigerin, hingî wê helwesta me xurtir be. Em hêvî dikin ku ev pirs di kongirê neteweyî yê kurdî de bê çareserkirin. Me xwestiye ku ev pirs li wir bê nîqaşkirin.

Gereke ev kongir kînga li dar keve?

Em niha di nav amadekariyên praktîk de ne. Me komîteyeke amadekar hilbijart, ku wê hefteya bê dest bi xebata xwe bike. Pêşî wê kesên serbixwe bên hilbijartin, ku wê beşdarî kongir bibin.

Partiya te dikare bi kîjan komên oposîtsyonê re bixebite?

Em dikarin bi Daxuyaniya Şamê û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên ji bo Guhertina Demokrat re kar bikin. Tevgera Niştimanî ya Kurdî û ne tenê Yekîtî biryar da, ku gerek ev herdu kom ligel partiyên kurdî hevbendiyekê pêk bînin.

Kurd doza wê yekê dikin ku di dewletê de wek “neteweya duyemîn” bên pejirandin. Ev tê çi wateyê? Kîjan maf bi vê yekê ve girêdayî ne?

Em misogerkirinên destûrî dixwazin. Ger ev yek hebin, hingî mirov nikare bi hesanî mafê me ji me bistîne. Ger di destûrê de bê nivîsandin ku Kurd di dewletê de neteweya duyemîn pêk tînin, hingî hesanîtir e ku mafên neteweyî yên din jî bên bicîanîn. Duyemîn giringtirîn xwesteka ew e ku pirsa kurdî ya neteweyî bê çareserkirin.

Tevgera Niştimanî ya Kurdî xwedî armancên cuda ye. Em bi xwe wek mînak doza hikûmzatî ji bo Kurdistana Sûriyê dikin. Em herweha dixwazin ku kurdî bibe duyemîn zimanê fermî li Sûriyê. Partiyên kurdî yên din doza îdara zatî dikin, hinên din tenê mafên çandî û siyasî dixwazin. Em vî kongirê neteweyî dixwazin, da ku em li ser xalên hevbeş li hev bikin. Xaleke din a giring ew e ku Tevgera Niştimanî ya Kurdî ne xwedî helwesteke hevbeş beramberî şoreşa sûrî ye. Hin hene ji roja pêşî de din nav şoreşê de ne û helwesteke wan a zelal beramberî rêjîmê heye; ew dixwazin ku rêjîm biçe. Hin komên din piştgiriya van xwestekan nakin û ta niha beşdarî xwenîşandanan nebûne. Em dixwazin ku ev pirs jî di kongir de bên çareserkirin.

Tê gotin ku destên Biraderên Musilman di gelek civînên li derve de hebûn. Helwesta Yekîtî beramberî Biraderên Musilman çi ye?

Biraderên Musilman hêzeke siyasî ye li Sûriyê û em ne li dijî danûstandinên bi wan re ne. Em amade ne bi tevaya komên oposîtsyonê yên sûrî re biaxivin. Destên Biraderên Musilman di civînên li Antalya û Stenbolê de hebûn. Em dibêjin ku Biraderên Musilman beşek in ji oposîtsyona sûrî, lê ew ne koma herî xurt e. Sûcê propagandaya rêjîmê ye ku gelek rola Biraderên Musilman mezin dibînin. Bi dehên salan e tê gotin ku Biraderên Musilman wê bibin desthilatdar ger rêjîm biçe. Em bawer nakin ku tenê yek kom wê serkêşiya Sûriyê bike. Ne Biraderên Musilman, ne kesên ilmanî, ne jî yên lîberal. Civaka sûrî piralî ye û komeke tenê nikare bibe desthilatdar. Ta niha ti peywendiya me bi Biraderên Musilman re tune. Me navberek daniye orta xwe û wan û wan jî navberek daniye orta xwe û me. Lê em bawer in ku emê bi wan re li ser pêşeroja Sûriyê biaxivin û divê em li hev bikin.

Nerîna we li ser helwesta Biraderên Musilman beramberî Kurdan çi ye?

Ji xwe ev e pirsgirêk. Helwesteke wan a eşkere beramberî pirsa Kurdî li Sûriyê tune. Komên islamî naxwazin xwe mijûlî pirsgirêkên neteweyî bikin. Ev yek bi idyolociya wan ve girêdayî ye. Ji bo wan Kurd û Ereb tenê musilman in.

Di vê demê de PYD bi wêneyên Ocalan tevliheviyê dixe nav xwenîşandanan, çalakvanan direvîne û işkence dike û gefan li endamên Şepêla Pêşerojê dixwe. Partiyên kurdî yên din li dijî van kiryaran çi dikin?

Kî jî be li dû van kiryaran, em wan riswa dikin. PYD dibêje ku ne ew e li dû van kiryaran. Ew rêjîmê gunehkar dike. Hûn dizanin ku PYD di nav partiyên Tevgera Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de ye. Li vê derê em tim behsa van kiryaran dikin. Ti belge tunene ku PYD li dû van kiryaran e. Lê di dema buhurî de PKK û endamên PYD kiryarine bi vî awayî pêk anîne. Di civînên hevbeş de em berdewam dextê li ser PYD pêk tînin. Me biryar da ku em li ser van kiryaran lêkolînekê pêk bînin. Ger eşkere bibe ku PYD berpirsyar e, hingî wê helwesta me beramberî PYD bê guhertin. Hin xal hene diyar dikin ku PYD li dû van kiryaran e. Lê rewşa îroj ji ya berî panzdeh salan cuda ye. Gerk teqez bibe ku PYD li dû van kiryaran e, ev yek wê ziyanê bigihîne wê. Ez bawer nakim ku PYD wê bikaribe dîsa kiryarên bi vî awayî li herêmên kurdî pêk bîne.

Çima partiyên kurdî PYD anîn nav Tevgera Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê? Berî hingî partiyên kurdî ji bo hevkariya bi PYDê re ne amade bûn. Çi hatiye guhertin?

Ismaîl Hemê:: Sûrî niha di rewşeke taybetî de ye. Ji ber vê yriya nekê tê xwestin ku em Kurd bi yekdengî tevbigerin, da ku em di Sûriya nû de xwestekên xwe bi cî bînin. Nêta ti kesî tune ku pirsgirêkên navxweyî peyda bike. Me wan anî nav xwe tevî ku em di gelek xalan de ne xwedî heman nerîn in.

Ma gelo ji bo PYD çarenivîsa Kurdên li Sûriyê giring e yan ew dixwaze Kurdistana Sûriyê tenê ji bo şerê li dijî Tirkiyê bi kar bîne, bi taybetî niha, ku PKK li Kurdistana Iraqê rastî dextan tê?

Dibe ku PYD hêviya vê yekê dike. Dibe ku ew difikire ku wê valahiyek peyda bibe ger rêjîm bê rûxandin, û ku ew, ji ber ku çekên wê hene, wê vê valahiyê dagire. Ez bawer nakim ku ewê di vî warî de bi ser keve. Ji sedî not ji civaka kurdî ne alîgerên PYD ne. PYD gelek alîger li Sûriyê winda kirin. Di konferensa wê ya dawî de PYD di warê siyasî de xwe nêzîkî xwestekên me ji bo Kurdên li Sûriyê kir. Em hêvî dikin ku emê bi hevre bi ser kevin û ne li dijî hev bixebitin. Em hêvî dikin ku PKK wê şaşitiyên dema buhurî neke. Li Tirkiyê PKK rê li ber partiyên kurdî yên din girt ku xebata xwe bikin. Li Sûriyê rewş cuda ye. Partiyên kurdî yên din ciyê xwe di nav milet de asê kiriye. PYD nikare civaka kurdî li Sûriyê bixe bin kontrola xwe, mîna ku PKK Kurdên li Tirkiyê kontrol dike. Ev pêncî salên tevgera kurdî ne ku li vê derê çalak e û wê gelek gorî dane.

Gelek kes dibêjin ku li Efrînê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk nayên, çimkî PYD li wir xurt e. Ev rast e?

 Belê, rast e. Ev yek herweha bi wê yekê ve girêdayî ye ku partiyên kurdî yên din li Efrînê qels in. Li Efrînê PYD dikare siyaseta xwe ferz bike.

Helwesta we beramberî Şepêla Pêşerojê çi ye, ku hûn bi kêmanî bi awayekî ji awayan hîn di Komîteya Tensîqê ya Kurdî de ligel wan kar dikin?

Ti pirsgirêkên me wek partî bi Şepêla Pêşerojê re tunene. Me gelekî hewil da ku ew jî bikevin nav koma Tevgera Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê. Gelek partiyan nedixwest ew bikevin nav, çimkî li gor wan Şepêla Pêşerojê şaşitî kirine. Roja ku Mişeel Temo ji zindanê derket, tevaya partiyên kurdî bi hevre serdana wî kir. Dema ew derbasî kon bû, wî got ku ew ne beşek e ji tevgera kurdî, lêbelê beşek e ji şoreşa sûrî. Bi vî awayî wî ziyanek mezin gihand tevgera kurdî. Piştre em pê re axivîn û me jê re got ku tevgera kurdî jî beşek e ji şoreşa sûrî û wê çêtir baya ku wî ew rexne nekiribana. Êdî wî xwe ji koma diwanzdeh partiyan vekişand. Piştre wî dixwest dîsa veger, lê kesî nema dixwest wî bîne nav komê. Şaşitiya wî bû ku wî xwe dûrî tevgera kurdî kir. Me jê xwest ku doza lêborînê bike, lê ew ji vê yekê re ne amade bû.

Back to top button