Polîtîk

Çîn li Kurdistanê Konsolxaneya xwe vedike

 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Çîn li Iraqê kir

 

Îro dûşem 07/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Nî Ciyan Balyozê Komarê Çîn li Iraqê kir. 

Li hevdîtinê de, Balyozê Çîn pabendiya welatê xwe bi rê dana pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku Kurdistan pêgehekî xwe yê girîng li navçeyê da heye û cihê girîngîpêdana Komara Çîne ku dixwaze pêwendiyekî giştgîr li gel Herêmê da dirust bike ku hemû waran de li xwe bigre, bi taybetî li warê aborî û siyasî û kulturî û handana kompanyayan jî dide bo ku li karê veberhênan û bazirganiyê de serî li Herêma Kurdistanê bidin.

Di derbarê vekirina nûnerayetiya wan de, Balyozê Çîn li Iraq dûpat kir ku li paşarojeke nêzîk de welatê wan bi mebesta pêşxistina wan pêwendiyan Konsolxaneyekî Giştî li Herêmê vedike û Wezareta Perwerdeya Çîn jî ji bo dabînkirina kursa xwendinê ji bo xwendekarên Kurdistanê rizamendî nîşandaye.

Serok Barzanî ji bilî destxweşiya di derbarê biryara Hikûmeta Çîn ya ji bo vekirina Konsolxaneyekî Giştî li Herêmê da ku dibê sedema zêdetir pêşxistina pêwendiyan, amadehiya Herêma Kurdistanê li pêşkêş kirina hêsankariyên pêwîst ji bo kompanyayên Çînî derbirî û ragihand ku Çîn pêgehekî xwe ya aboriya bi hêz li cîhanê da heye û dikarê roleke bilind li avadankirina Herêma Kurdistanê de hebê, bi taybetî li wan waran ku cihê girîngîpêdana her du aliyane.

 

Back to top button