Hevpeyvîn

Çima mirov keça xwe dikuje

 

Fadîme Şahîndal, berya 10 salan, di 26 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Bi kuştina Fadîme re bêjeya kuştinên şerefê li Swêdê belav bû. Pela Etrûşî û Sara Ebid Ali du keçên din bûn ku ji aliyê mirovên xwe ve hatin kuştin.

Di çapemeniya Swêdê de gelek tişt hatin nivîsandin û gelek gotûbêj li ser van hatin kirin. Piraniya gotûbêjan ji perspektîva keçên kuştî, ango mexdûran li kêşeyê nerîn û behs kirin. Lê Emre Gungör biryarê dide ku ne mexdûr û qurbaniyan lê mêrkujan bixe xala navendî ya lêkolîna xwe û pirtûkekê li ser wan binivîse.

Emre Gungör kurdekî li Swêdê ji dayikbûye, lê dê û bavên wî Anadoliya Navîn ji Qonyayê ne.

Emre bi xwe ji civatek ku nirxên şeref û namûsê lê bilind in tê û dixwaze fam bike bê çima li ser vî navî zilam keç û xwîşkên xwe dikuj in Ji bo wilo jî Emre diçe zindana Kumla (zîndaneke li Swêdê) û hevîdtinan bi bavê Fadîme Rehîm Şahîndal re dike. Bi hevdîtina bavê Fadîme re ew biryar dide ku divê ev kar bibe pirtûk û ji bo pirtûkek bêalî derkeve li hevkarekî ku fikrê wî ji yê Emre cudaye digere û biryar dide ku bi rojnamevan Nîma Dervîş re vê pirtûkê binivîsin.

Emre paşê diçe li mêrkujên din yên ku ji bo kuştina şerefê girtîne re hevpeyvînan dike. Ew birayê Sara dibîne û paşê ji bo heman mexsedê diçe başûrê Kurdistanê û hevpeyvînan bi bavê Pela re dike.

Baş e ew di hevdîtinên xwe yê bi mêrkujan re giha çi encamê?. Emre dibêje kes naxwaze zaroka xwe bikuje û ev ji bo me bi xwe pirsgirêkek mezin e. Lê kuştinên şerefê ne tenê di nav kurd û misilmanan de rûdide.

Bi nêrîna Emre miletê Swêdê derbarê mesela şerefê de pir bêtecrûbe ye û zanîn pir kêm e.

Lir gor Güngor di bingeha xwe de şeref û namûs nirxên erênî ne û ji %95ê prensîbên ku wek şeref tên binavkirin ew baş dibîne. 

Emre Gungör balê dikişîne ser ku piraniyê kurdan ji ber nebûna demokrasiyê li dewletên jê tên reviyane Swêdê û li vira jî gelek ji wan ji bo mafê netewî yê kurdan kar dikin. Lê dema ku mesele tê ser demokrasiya malê û jinê rewş diguhere.

Xuya ye nakokiyek şîrovekirina nirxan heye. Lê gelo çare di kû de ye? Nivîskar balê dikişîne ser ku bi belavkirina zanîn, nirxên demokrasiyê û tedbîrên civakî mirov dikare çareseriyekê bibîne, lê berya her tiştî divê mirov li ser biaxive. ”Ev pirsgirêka me bi xwe ye, ev eyb û kêmasiyên me bi xwe ne û berya herkêsî li me dikeve ku em li ser van pirsgirêkan biaxivin”, dibêje Emre Gungör.

Reva ji cewherê pirsgirêkê, xalek hevbeş ya hersê mêrkujan e. Ewqas sal piştî kuştinan jî û herçend mêrkuj wek gunehbar hatine tawanbarkirin jî ew nikarin cewherê pirsgirêkê qebûl bikin. Ev reva ji çavkaniya pirsgirêkê ji bo hersê tawanbaran jî derbas dibe.

Emre Gungör radigihîne ku ji bo pêşerojê jî xebatên wî yên ji bo ronîkirina pirsgirêkên civakî wê hebin û projeyeke ku wî vêga daye destpêkirin pirsgirêkên ciwanên nasnamenenas in.

Baş e, ev mêrkuj kî ne? Fikr û bingehê wan yê civakî çî ye? Li gor Emre ne ji bo ku ev kes girêdayî ol, urf û adetên xwe bûne berevajî ji bo ku koka wan zeîf e wan zaroyên xwe kuştine.

Zayele/Beşîr Kavak
Guhdariya hevpeyvînê bike Lyssna: Kustinên serefê

 

Back to top button