Dosya

Çima li Almanya can ji destdana Korona kêmtire?

Ji bo çi li Almanya hejmara can ji destdana Korona kêmtire ji welatên din?

Şewba Korona bi awayeke bi lez li hemû cîhanê da belavbûye û ziyanekî mezin li çend welatekî Ewrupî daye. Ew jî Îtalya, Îspanya, Fransa û Almanya, lê Almanya ji bilî wê yekê ku 39.000 kes tûş bûne, hejmarê kesên canê xwe ji dest dayîn 206 kese.

Rêjeya mirinê ya bi sedema şewba Korona li Îtalya heta niha %9.5, li Fransa %4.3, lê belê li Almanya rêjeya mirina ji ber şewbê tenê % 0.4 e. Eve di demek daye hejmara tûşbûyên Korona ji Fransayê gelek zêdetire.

Heta niha li Almanya 39.355 kes tûşî şewbê bûne û 222 kes canê xwe ji dest dane, lê belê li Fransa hejmara tûşbûyan 25.604 kesin û 1.333 kesên tûşbûyî canê xwe ji dest dane.

Hejmara ewên başbûne li Almanya 3.547 kesin, sedema serekiya kêmbûna rêjeya mirina ji ber şewba Korona li Almanya, zûtir pêzanîna tûşbûyan û her wiha encamdana pişkinîna xelkê Almanya bûye. Hikumeta Almanya her zû pişkinînê ji bo tûşbûyan encam da û wan ji xelkê din cûda kir. Heman demî de tûşbûyan xiste bin çavdêriya pizîşkan. Berlîn her zû wêneya rastîna şewbê li welatê xwe da dît û dest bi çareseriyê kir.

Back to top button