Zêrevanekî taybet ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje: “Ew cihê ku Serok lêbû di roja destpêkirina opersyona Şingalê de bi çekê doşka ji aliyê DAIŞê teqe lê hate kirin.” Malpera Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser zimanê zêrevanekî taybet ê Serokê Herêm aKurdistanê Mesûd Barzanî belav kiriye ku, şeva ku biryarbû destê sibehê Pêşmerge dest bi êrîşa xwe jibo azadkirina Şingalê pêbikin, Barzanî yek deqîqeyê xew nekir, berdewam civîn û pêwendî ligel fermanderên Pêşmerge dikir, herwiha wî zêrevanî amaje bi wê yekê dike ku ew cihê ku Barzanî lêbû çend caran ji aliyê DAIŞê ve bi doşka teqe lê hate kirin. Di nivsandina malperê de hatiye “Zêrevanê taybet ê Serok dibêje: Şeva ku biryarbû Pêşmerge êrîşî DAIŞê bikin, Serok yek xulekê xewnekiriye berdewam di civînê de bû ligel fermanderên serbazî…hd. Dema sibehê zû êrîşa Pêşmerge destpêkir, Serok li ser çiyayê Şingalê bû, bi guhdanek mezin pêveçûnên Pêşmerge dişopand, ew cihê serok lêbû çend caran ji aliyê DAIŞê bi çekê doşka teqe lêhate kirin, me çend caran daxwaz ji serok kir ku cihê xwe biguhere lê Srok razî nebû, û li cihê xwe ma.” Herwiha wê malperê belav kiriye ku nêzîkî seet 8 sibehê hinek nan bo Serok anîn, lê wî got: “Heta Pêşmerge nan nexun ez jî naxum.”, berdewam bi riya amîrên pêwendiyên bê têl pêwendî ligel fermanderên serbazî li rojhilat, başûr û eojavayê Şingalê dikir û berdewam ew yek tekez dikir ku bi kêmtirîn ziyan pêşve biçin. Di beşekî din de ji nivsandinê de hatiye, nêzîkî seet 10 sibehê, heta dema piştî nîvrojî hînajî Serok nan nexwaribû, careke din hinekan nan bo wî anî lê dîsan got: “Heta Pêşmerge nana nexun ez nan naxum.” Di wê demê de fermanderên serbazî mizgîniya serkeftina Pêşmerge li bereyê rojhilat û başûrê Şingalê pê ragehandin, serok di riya amîrên pêwendiyê destxweşî li wan kir û digot: ez çavên we hemiyan maçîkim, hûn hêmayê berxwedan û himetê ne, hemû mirovahî çavê wan li we ye, bi saya xwîna birayên we yên şehîd û qehrmaniya Pêşmerge, tola xweşk û birayên xwe bistînin, hûn parêzerên alaya Kurdistanê û neteweya kurdin.” Wî zêrevanê taybet ê Barzanî herwiha ragehandiye ku, nêzîkî seet 4 êvarî fermandeyên rojavayê Şingalê jî serkeftina xwe ragehandin, piştî ku DAIŞê ji hemû aliyan ve hatin dorpêç kirin, ji aliyê Serok Barzanî ve ferman hate dank u ew ti tevgerê nekin heta roja din, jibo Pêşmerge nekevin ber êrîşên xwekujên DAIŞê û ti ziyan negêhê wan. Roja din ji hemû aliyî ve Pêşmerg derbasî nav Şingalê bûn. Basnews
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


