Polîtîk

Kurdistan û Japonya peywendiyên xwe bi hêztir dikin

Roja çarşem 18.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fumio Iwai Balyozê Japonya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Balyozê Japonya li Iraqa Federal xweşhaliya xwe bi wê yekê ragihand ku kariye ji nêzîk ve li bereyên ceng hevdîtina li gel Serok Barzanî da hebê û destxweşî û pîrozbahiya xwe û welatê xwe jî ji bo azadkirina Şingalê ji destê terorîstên Da’îş ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha spasiya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bexşînde bûn û ji bilî hebûna kêşeya kûra aborî sedan hezar koçber û penaberan himbêz kiriye. Balyozê Japonya li Iraqa Federal eve jî xisterû ku welatê wan girîngiyeke zêde bi asayîş û aramiya Iraq û rojhilata navîn dide û pêzanînên xwe jî ji bo rola Herêma Kurdistanê li dabînkirina aramiya li navçeyê da heye.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Hikûmeta Japonya kir û li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japonya li Iraqa Federal xwest û li axaftina xwe de behsa rewşa siyasî û emniya Iraqê û qonaxa piştî şikestdana Da’îşê kir û di derbarê bi qonaxa piştî proseya azadkirina Şingalê balkişand li ser wê yekê ku bi sedema şer û karesatan beşa zêdeya Şingalê wêran bûye û pêwîste kar ji bo avadankirina Şingalê û parastina hereşeyan bê kirin û li vî warî de hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevanê Şingal û xelkê devera Şingalê dibe. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya aramî û asayîşê û tekez li wê yekê kir ku bi bêyî aramî, pêşketin û geşbûna navçeyê pêknayê.Her li vê hevdîtinê de çareseriyên rûbirûbûna tundrewî û çareserkirina qeyrana siyasiya Iraqê guftûgo kirin û di derbarê peywendiyan û hemahengiya li warên aborî û uze û kareba ya li navbera Herêma Kurdistan û Japonya de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button