
Gelek cara tê gotin: Eger mirov derbasbûya xwe nizanibe , nikarê pêşeroja xwe bibêne. Ji bo vê yekê gelek girînge car carê bê şirove bê jî, hinek bîranîn bêne yad kirin. Belkî ev yek biçekî zenga hinek meziyan pakij bike..

Ocalan: Heta PKK hebe em rê nadin ku Barzanî Dewleta Kurda avabike.(Abdullah Ocalan ji hevdîtinê Îmralî)

Remzî Kartal berpirsek ji PKKê: Kurd bixwazin dewletekî çekin jî em rênadin..

Meral daniş Beştaş: Gerek îdiaya ku dê DAÎŞ êrîşê Mezara Atatutk (Anit Kabir) bû kirin gelek ciddî bê wergirtin. Dewsa çûyina vê derê bê kêm kirin bila hemû desthilat bê bi karanîn.

Buldan: Dibe li Sûrtê Kurd bijîn, lê ew der Tirkiye ye.

Demirtaş: “Me siyaseta ku, Serokatiyê bide otonomiyê bigre nikariya qebûl bikin.“

Hevseroka DTPê Aysel Tugluk: Motifa rizgariyê û sembola dîrokêya Mistefa Kamal Ataturk, bê çalakiya dîrokî de, meznehiya xwe da xûyakirin û dê bide xûyakirin.Ew mucizeyeke û nemir e.

Demirtaş : Kurdistan wek dewletek cuda nehatiye terîf kirin, navek erdnîgariye, wek mezopotamya, wek Klikya, wek Tirakya..( Ji parastina Demirtaş a dadgehê.)

Ocalan: Yê AK Parti anî ser desthilatê û ev e 10 salin di desthilatê de digre ezim.

Hatip Dicle: Me ramana dewleta Kurdê avêtiye qutiya dîroka zibalê de.Divê birêz Barzanî jî dewletek Kurdê damezirîne. Dewleta Kurdî şerek dehsalî û mirinek bi êş e.

Atalay: HDP bi fermana MITê hate damezirandin..( Beîir Atalay koarnatorê pêvajoya çareseriyê û wezirê dewletê bû)