CHP û General ne rihetin
Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de cara yekem hukumetê 3 general ji karên wan dûr existin. Ev biryara wezereta navxwe û wezareta bergiriya Tirkiye gelek tê gengeşekirin.
Hinek vê yekê wek rakirina wesayeta leşkerî li ser desthilata sivîl dibînin û vê yekê berbiçûna demokrasiyê ve gavek girîng dinirxînin.
Lê hinek jî vê yekê wek înkilabek sivîl li dijê leşkeran jî dinirxînin. Piranî CHP û kemalist vê yekê wek înkilaba sivîlan dinirxînin.
Heta hinek jî dibêjin ev gavek başe, lê dive gavên din jî bêne avêtin. Doza Balyozê roja 16.12.2010-ê dest pê dike dê gelek general di çerçova vê doze de bêne darizandin. Ji bilî hersê generalên ku dest ji karên wan hatîn kişandin 22 generalên din di vê doze de wek tawanbar têne dîtin. Divê 22 generalên din jî destê wan ji kar were kişandin.
Dixweyê li Tirkiye hinek tişt ne welê hesanîne. Lê bi gavên kiçikbin jî guhertina ber bi pêşveçûnê ve baş e.