Polîtîk

Agirbest heta serê Adarê ye

Abdullah Ocalan, roja çarşemiyê li Îmraliyê digel parêzerên xwe hevdîtin pêk anî û diyar kir, diyaloga wî digel rayedarên dewletê ji beriya mehekê ve rawestiyaye.

Li gorî nûçeya ANFê, rêberê PKKê, di hevdîtina xwe de digel parêzeran de wiha got, “Ev mehek e hevdîtin pêk nayên, nayê wê wateyê ku ji vir û pêde jî pêk neyê. Hevdîtina vir, ne muzakere ye û ne jî diyaolg, ji ber ku ez di navbera dewlet û PKKê de navbeynkar im.”

Ocalan, destnîşan kir, divê heta 1ê adara 2011ê çareseriyek pêş bikeve û wiha dom kir:

“1ê adarê rojeke baş e, dîrokek guncaw e. Heke heta wê rojê ev hevdîtin encamekî bidin dê rê li ber aştiyek bi rûmet vebike. Lê heke ev hevdîtin bê encam bimînin, dê pêvajoyek kûrtir dest pê bike. Heke heta 1ê adarê encamek dernekeve, ez dê ji navbeynkariyê xwe paşda vekişinîm.”

Ocalan, ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan xwest, biryara aştiyê bi Parlamentoyê bide derxistin û anî ziman, piştî wê, dê mercên çareseriyê amade bibin.

Rêberê PKKê, Hikûmeta AK Partiyê weke astengiyan herî mezin li pêşiya aştiyê da zanîn û wiha got, “Dibe ku di nav AKPê de mirovên qenc hebin, dibe ku Serokwezîr jî mirovekî qenc be, lê AKP biryara aştiyê nade.” Ocalan, wiha domand:

“Heke çareserî pêş nekeve, weke sala 1791ê li Fransayê û sala 1918ê li Sovyetê, dê şerekî giran dest pê bike. Em alîgirê şer nînin, em berxwedanê dikin armanc.”

Ocalan, roja 15ê sibata 1999ê, roja ku ji aliyê DYAyê ve li Kenyayê hat girtin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, ji bo kurdan weke “roja nijadkujiyê” bi nav kir. Serokê PKKê, îdîa kir, Mustafa Kemal Ataturk nijadkujî nekiriye û wiha axivî:

“Serokwezîr Fethi Okyar, hevalê Mustafa Kemal bû, ew ji hikûmetê avêtin. Şûna wî, alîgirê Înglîz Îsmet Înonu û Fevzî Çakmak anîn. Wan Mustafa Kemal dorpêç kiribûn. Min ji vê re gotibû hegemony Tirkçitiya Spî. Vê yekê heta salên 1980ê dom kir.”

Ocalan, derbarê gotinên Eerdogan ên “di navbera CHP û BDPê de evîneke platonîk heye” wiha axivî, “Di rastiyê de, ji bo AKP bibe desthilatdar, di navbera CHP û AKPê de li Qesra Beylerbeyî evîneke rastî pêk hat û piştî vê yekê, desthilatek ji du partiyan derket holê.”

Wek tê zanîn, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku PKKê jî di nav xwe de digire, li ser daxwaziya Abdullah Ocalan ji 31ê cotmehê heta dawiya hilbijartinên 2011ê yên Tirkiyeyê biryara “bêçalaktiyê” ragihandibû.

(AKnews)

Back to top button