CHP: Ger hewce bike em ê biçin Laziqiyê

Alî Mahîr Başarir li Arsuzê der barê bûyerên li herêma Laziqiyê ya Sûriyeyê da daxuyanî da û got, “Gava me ya pêş me ew e ku li gel parlementerên xwe re biçin Lazkiyeyê. Ger mirin be bila mirin be.”
Heyeta CHP’ê ya li Antakya Arsuzê der barê êrîşên hêzên rejîmê yên li herêma Lazqiya Sûriyeyê ya ku Elewî gelek zêde lê dijîn, li dijî sivîlan axivî.
Alîkarê Serokê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başrir jî got, “Em ji vir bang li Enqereyê dikin, bang li Ewropayê dikin, bang li Neteweyên Yekbûyî dikin. Binêrin Sûriyeyê, xwîn dirêje ji bo sekinadina vê xwînê dereng nemînin.
Başarir got: “Sibe piştî Samandag em ê ji hemû cîhanê re daxuyaniya xwe bidin. Em ê serî li hemû hêz û saziyên navneteweyî yên cîhanê bidin. Beriya her tiştî wê ji vê komkujiyê re bêjin ‘raweste’. Li wir divê korîdoreke mirovahî bê vekirin. Eger ev neyên kirin, gava me ya din ew e ku bi parlementerên xwe re Lazqiyê. Ger mirinbêjî bila be.”
Başariri ku xîtabî Serokomar Erdogan jî kir got, “Ji ber ku hûn di wî kesê bi navê Colanî de xwedî gotin in, hûn ê tavilê telefonî wî bikin. Hûn ê talîmatê bidin. Hûn ê wî Wezîrê Karên Derve, Serokê MÎT’ê ji bo xatirê 3,5 mîlyon Elewiyên Ereb ên li Sûriyeyê dijîn jî bişîne.”