CHP bû du beş

Di parlementoya Tirkiye de partiya duyem CHP, ber bi parçebûnê ve dice. Piştî Kemal Kiliçdaroglu ji bo serokatiya partiyê berendametiya xwe da kifşkirin, di nav partiyê de du grub peyda bûn. Doh civîna Meclisa Partiyê bû du beş û sekreterê Partiyê civîn terikand. Heta niha 65 parlementerên CHP-ê pişgiriya xwe ji bo Kemal Kiliçdaroglu eşkere kirine.
Dema Denîz Baykal ev seh kir, gelekî aciz bûye û di daxûyaniya xwe ya yekem de got: “ Ev partiyê parçe dikin helwesta wan ne fewatiye û leyizta dikin, tifaqa ku dikin tifaqek şeytaniye li himber min“ Herweha dawiya vê heftiyê di kongreyê de rewş zelal dibe. Her tim ihtimala cardin Baykal jî bibe kandîdat ji bo serokatiyê heye û hevalên Baykal vê amadebûnê dikin.
Niha çavê herkesekî li kongreya CHP-ê ya dawiya vê heftiyê ye.