Polîtîk

CHOI Kwangjin: DXB hevbeşekî guncawe li gel Koriya

CHOI Kwangjin Konsolê Koriya Başur li Herêma Kurdistanê da zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevbeşekî guncawe ji bo encamdana karên hevbeş li gel Koriya.

Birêz CHOI Kwangjin Konsolê Koriya Başur li Herêma Kurdistanê, serdana Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Li hevdîtinê de rewşa mirovî ya navçeyê bi giştî û proje û çalakiyên hevbeşên her dû aliyan hate nirxandin.

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rolê welatê Koriya Başur li hevkariyên miroviyan yên ji bo penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Her dû alî tekez li ser ser berev pêşvebirina karên hevbeş kirin û birêz CHOI Kwangjin got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevbeşekî guncawe ji bo encamdana karên hevbeş li gel Koriya.

 

Back to top button