Çeteyên PKK’ê êrîşî pîrozbahiya ala Kurdistanê kirin

Li Rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê êrişî pîrozbahiya Ala Kurdistanê kirin û kesên ku ala Kurdistanê bilind dikirin birîndar kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes ji ciwan û pîr û kalan roja Ala Kurdistanê pîroz kirin, lê bajarê Dêrkê rastî êrîşa komên çekdar ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat.
Roja Yekşemê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin, li Qamişlo, Kobanê, Amûdê, Dirkê, Gerkelage û gelek herêmên din ala Kurdistanê hat bilindkirin.
Li gorî agahiyan, PKKê hemû hewlên xwe daye ji bo rêgirtina li van pîrozbahiyan, heta ku grûpeke çekdar a girêdayî PKKê bi navê (Ciwanên Şoreşger) li bajarê Dêrkê êrişî wan kesên ku ala Kurdistanê bilind dikirin, kir û di encamê de çend kes birîndar bûn. birîndar jin in.