Di 2023an de mafên Kurdan bêhtir hatine binpêkirin

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporek li ser binpêkirina mafên mirovan ya sala 2023an amade weşandin.
Li gor wê, di nav 8 salên dawî de ji ber pevçûnên çekdarî herî kêm 6,426 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8,676 kes jî birîndar bûne.
Rapor dibêje ku “binpêkirina mafên Kurdan di warê sîyasî, çapemenî, çandî û gelek warên din de, bi awayekî berfireh hatine kirin û li ser gelek sîyasetmedar, şaredar, rojnamevan û gelê Kurd binpêkirinên herî zêde hatine kirin”.
Li gor raporê, di 11 mehên 2023an de gelek êrîşên nîjadperest li Kurdan hatine kirin; ji wan Kurdekî jiyana xwe ji dest daye û 19 Kurd jî birîndar bûne.
Li gor raporê, desthilatdarîyê civak parçe kiriye û di nabera civakê de nakokî û dijberî pêk anîye. Bi taybet ev yek li ser Kurdan bêhtir hatiye bikaranîn. Li hember çareserkirina pirsa Kurd tenê rêya nakokî, pevçûn û sîyasete şer hatiye meşandin.
Raporê herweha eşkere kir ku di nav 11 mehên dawî yên 2023an de 84 rojnamevan hatine binçavkirin, 19 rojnamevan hatine zindankirin, 1 rojnamevan hatiye dersînorkirin û 1 rojnamevan jî hatina wî ya Tirkîyê hatiye qedexekirin, li ser bêhtirî 10 rojnamevan êrîş hatine kirin û li ser 9 rojnamevanan jî gef hatine xwarin.