Hêzên Hêşda Şeibî milisên Îranê û Nuri Malikine. Berpirsên vê hêza milîs di derbarê bûyerên li Şingalê de daxûyaniyek belav kir. Heşda Şeibî Pêşmergeyên Roj tehdit dike û dibêje pêwistbe emê êrîşê wan bikin.Heşda Şeibî YBŞ wek hêzêk girêdayê xwe dide xuyakirin û dibêje : Heşda Şeibî ya Iraqê, Pêşmergeyên Roj ku êrîşê YBŞê û şervanên me yên êzidî kiriye şermezar dike.Herweha ev hêza milîs dibêje dive PDK bisekine, heyne emê bertilek bi hêz nîşan bidin.Hêşda Şeibî hêzek girêdayê Nuri Malikî ye û ji aliyê Îranê ve tê xwedî kirin û rêvebirin. Roja ku ev hêz hati avakirin heta niha metirsiyek heye ku rojek ji roja êrîşê hêzên pêşmerge bikin û nehêlin hêzên pêşmerge li deverên azadkirî bi cig bibin.Gelek pisporên siyasî vê hêzê wek DAÎŞ li ser Kurdistanê xeter dibînin. Herweha dema operasyona Musil dawî bibe , ev hêz dibe tehdîta herî mezin li ser Kurdistanê.
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
03/06/2026
Trum Tê Tirkiye
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


