PolîtîkRojev

Çeteyên çekdar êrîşê avahiya PDK-S kirin

Li rojavayê Kurdistanê navçeya Dirbêsiyê grubek çekdarên girêdayî PYDê êrîşê ofisa Partiya Demokrat a Kurdistana Surî kirin. Di derbarê vê êrîşê de ENKSê daxûyaniyek ragihand û dibêje:Di berdewamiya binpêkiriyên grûpên çekdarên ser bi PYDê ve li dijî ENKS, kadro û endamên wê de, grûpeke ser bi wê (PYD) ve şeva 31/12/2021 êrîşî ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarokê Dirbêsiyê kir.

Berdamiya daxûyaniyê de ENKS dibûje ku;Endam û alîgirên ENKSê û malbatên Pêşmergeyên Roj bi berdewamî rastî kiryarên revandin, lêpirsîn û gefan ji aliyê van grûpan ve tên.

Di daxûyanîyê de hatiye ragihandin ku;Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve berdewam e bi kiryarên tirsandin, revandin û leşkerkirina zarokan. Herwiha ew grûp jî bû sedema girtina deriyê Sêmalka li pêş pirsên mirovî û aborî yên welatiyan.Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ber van kiryaran de berpirs e, ji ber ku ew rê li pêş van kiryaran nagire.

ENKS ji bo rawestandina van êrîşên hovane bangî Amerîkî û rêxistinên mirovî û yasayî dike û dibêje:Bi erkên xwe rabin û van binpêkirinan rawestînin.

Back to top button