CîhanRojev

Pirtûka di derbarê Serok Barzanî û serxwebûnê de

Pirtûka “Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir” xelaka yekem di pêşbirkeke cîhanî de wergirt.

Li Amerîka di pêşbirka “BIBA” a pirtûkan de, pirtûka “Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir” a nivîkar Davan Yehya Xelîl xelata yekem bi dest xist.

Do wê derbarê de Nivîskarê Kurd Davan Yehya Xelîl ku ew pirtûk nivîsandiye di peyamekê de dibêje: “Gelekî kêfxweş im ku pirtûka min a bi navnîşana (Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir) di pêşbirkeke cîhanî de li Amerîka xelata yekem bi dest xist.”

Got jî: “Ew kompaniyaya ku ev pêşbirk amade kiriye, kompaniyeke Amerîkî ye û her sal zêdetir ji yek miliyon pirtûkan beşdar dibin û tenê 70 pirtûk rêza yekem distînin, pirtûka min jî yek ji wan pirtûkên serkeftî bû.”

Back to top button