PDK razî nebe zehmete rewşa serokomar zelal bibe
Şêwirmendekî berê yê serokomarê Iraqê yê ser bi YNKê behsa pêkanîna hikûmeta Iraqê dike û amaje bi wê yekê dike ku, ewê ku di peywira serokomar de be, divê bi kurdane fikir bike, ne ku bi kesî û yan jî partîcîtiyê bike. Herwaha dibêje divê divê PDK bê razî kirin eger na zehmet dibe.
Şêwirmendê berê yê serokomarê Iraqê Dr. Ebdula Elyaweyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji bo peywira serokomarê Iraqê heta naha ti tiştek diyar nîne, lê ew peywir beşa kurdane û şîe jî li ser wê rêkeftine û serokomar ji bo kurdan, serokê parlamentoyê ji bo erebên süne ye. Ji ber wê jî rêkeftina PDK û YNKê dê wî tiştî zelal bike ku kê bibe serokomar û wan rojane jî dê bicivin. Yek ji pirsan jî ew e, lê kesê bibe serokomar pêwîste herdu partî jî jê razî bin û rêkeftinê li ser bikin.’’
Herwaha diyar kir; ‘’Eger YNK, PDKê razî neke û PDK ji serokomar razî nebe, zehmete wek berê bi asanî li parlamentoyê ew peywir bê zelal kirin. PDK naha reqema mezine li Bexdayê û bê wan jî tişt bi rihetî rêvenaçe û Kak Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e. di diyar kirina serokomar de jî rola wî ya serekî heye, herwaha di damezrandina hikûmeta Iraqê de jî rola wî dê mezin be.’’
Navborî got: ‘’Barzanî dikare hemû aliyan li yek nêzîk bike û li ser yek masê hikûmetekî bihêz û çalak bê ava kirin û bê zelal kirin.’’
Dr. Ebdula Elyaweyî derbarê peywira serokomar got: ‘’Kesê bibe serokomar divê berjewendiya gelê kurd li pêş hemû tiştekî bibîne, nabe berjewendiya xwe bide pêş. Tişta berê serok Mam Celal û Serok Barzanî kirin, dema zêrîn bû û dubare nabe. Wan pir xweşik navmala Kurdistanê parastin û nabe ew kes bibe serokomar ku êrîş bike ser aliyên Kurdistanî. Ji ber ew bixwe kurde çawa dibe li dijî Kurdan be. Ewê bibe serokomar pêwîste berjewendiya xwe û partiya xwe bide aliyekî û kar ji bo berjewendiya Kurdistanê bike.’’