Çeqilmast û aqildest!!!

Aqilên piraniya nivîskar, rewşewnbîr, siyasetmedar û hwd yên berjewendî perest, bûye aqildest weke çeqilmast.

Bûbê Eser
Bawerim piraniya we dizanin ku Çeqilmast çi ye? Lê dîsa jî bêjim ku yên nizanibin, fêm bikin. Çeqilmast ew e ku tu tasekê nêvî mast dike. Bi kevçiyakî, baş tev dide. Dûre jî hin av bera ser dide û bi kevçiyê di destê te de, tu wê baştir li hev diqelibîne heta ku ew dibe dew. Piştre tu an mêvan wê vedixin. Lê ew nabe dewê rast û ji mastbûnê jî dikeve. Loma kurd dibêjin çeqilmast. Yanî ne dewe û ne jî mast e.
Lê ev bi awayekî mecazî jî di nava gundiyên herêma bajarê Mêrdînê de rûniştiye. Weke; dema kesek axaftineke ne li rê dike. Dema siyasetmedarek, rêya xwe şaş dike. Dema meleyek, ne li gor ayetên Kuranê hin gotinan şirove dike, dibêjin: Aqilî wî/ê weke çeqilmast e. Lê li hin herêm û deveran jî tê gotin ku aqilê xwe xwariye…
Îro dema em li rewşa bakurê Kurdistanê dinêrin, dibînin ku gelek ji siyasetmedarên qerase jî, bi gotinên vala ku ji bona berjewendiya xwe û siyaseta xwe weke kesên aqildest in. Yanî ne weke aqilê xwe tevdigerin.
Aqildest in ji ber ku ne li gor xwezayîya xwe, ne li gor bawerî û bîra xwe dibêjin. Sedema vê jî ew e ku 40-50 salin pkk bi gelek rê û rêbazan, ava xwe bera nava mejiyê gelekan daye ku êdî ew mejî nikare weke xwe bifikire. Êdî mejiyên wan jî bûye aqildest. Yanî aqilê li ser destê hinan tê meşandin û îdarekirin.
Di dîrokê de pêşiyên me, serok, rêber û ronakbîrên kurdan, li gor dîtin û tecrubeyên xwe ev gotin û gelek gotinên weha bi kar anîne. Heta ku cîhan hebe, wê wan gotinên zêrîn erka xwe di civata kurdan de pêk bîne.
Lê hezar mixabin ku piraniya me, em ji wan gotinên bi mane ku mirov dikare dersên baş jê bigire dûr in. Ya rastî em ji dîroka xwe dûr in.
Aqilên piraniya nivîskar, rewşewnbîr, siyasetmedar û hwd yên berjewendî perest, bûye aqildest weke çeqilmast. Rastî û şaşitiyê dibînin lê nabêjin û nanivîsînin. Ji ber ku bi wî aqilê ku bûye çeqildest, nikarin rastî û şaşiyan ji hev veqetîne.
Bala xwe bidinê ku Perspektîfa Evdila pêşkêş kirî ye, em nikarin wê rast bixwînin ku gelo armanc û navaroka wê ji bona çi ye? Lê tê zanîn ku Evdila tu caran ji bona kurd û Kurdistanê xebat ne kirî ye û ji kurdan jî heznekirî ye.
Hin dibînin û dibêjin. Hin dibînin lê ji ber ku aqildest in, nikarin bêjin. Hin jî bawer dikin bi helwestên xwe yên tevlihev, wê bi helwesta xwe ya ne rast, kesên dev ji PKKê berdin, ewên wan qezenc bikin. Loma jî weha ne ku bi zelalî tevnagerin.
Ji xwe kesên weha ne tenê aqildest in, mejîxwarin jî. Hûn dizanin ku pêşiyên me weha jî gotne: “ Te aqilê xwe xwariye” di nava Kurdan de zindî ye.
Gotina min ev e: Divê em ji aqilsestî, çeqelmastî û mejîxwarinê vegerin. Divê em ji xeyala em ê hin endamên pkk qezenc bikin, berdin. Divê em hemî, bi aqilekî selîm, dest bi dest,dil bi dil, bi yek helwestê li gor berjewendiya gelê xwe, li dijî vê helwesta li ser navê aşitiyê ku tunebûna kurdan misoger dike, bibin yek.
Îro li ser her kurdekî welatparêz ferze ku li hember vê pêvajoya qaşo wê aşitiyê bîne(!) bi hevre tevbigerin. Li ser navê aşitiyê kurdan diqedînin. Ji ber ku bi saya şerê pkk yê ji bona tunebûna kurdan, kurd kirine aqildest. Pêşevanî û serkêşî dane tirkên di nava pkk û hemî rêxistin û partiyên xwe yên din.
Kurdno baş fêr bibin ku li vê cîhanê nehatiye dîtin ku pêşkêşiya tevger û partiyên kolonî li ser destên rewşenbîrên(!) dagirkerên wî welatî hatiye azadkirin.
Heta ku siyasetmedarên kurd nebin pêşevanê gelê xwe, wê ew gel jî azadiyê nebînin. Pir bibînin wê bibin ”JUDENRAD”.
Ji ber vê dibêjim; pêwîste ku em xwe ji aqildestiyê dûr bixin. Li hev vegerin. Başî û helwestin rast bipesidînin. Şaşiyên hev rexne bikin ku em bi hevre li ser rêyeke rast, bi aqil û mejiyekî Kurdewarî tevbigerin. Heger em destên hev zû negirin, em tev bi hev re têk diharin. Miletê Kurd têkçûn heq nekirî ye. Loma ferz e ku em aqildestiyê ji ser xwe bavêjin. Bi aqlê selîm li gel hev dest bidin doza gelê xwe, wê serketin bibe para me…