Çepîtiya sextekar û nijadperestiya CHPê

 

Parlemana CHPê ya bajarê Izmîrê Bîrgul Ayman Guler a ku du-sê roj berê di axaftina xwe de gotibû: ”Kurd nabin weke Tirkan” û gelek peyvên wisa yên faşîzane li dij Kurdan gotibû, ne tiştekî nû ye, hema wisan îro jî derneketine holê, ji ber ku ew gotin berhemên îdeolojiya partiya wê (CHP) ne ku ev e 90 sal in rasterast desthelatdarên partiya wê qatilê Kurdan in, jin û zarûkên Kurd kuştine, ji 1925 hetanî 1938an hemû cûre wehşet û sosretên mezin anîne serê Kurdan.

Ne tenê Kurd qetil kirine, çi kesê ku vajiyê îdeolojiya hîmdarê partiya wê bûne, yeko yeko, çi bi riya Dadgehên Îstiqlalê bin, çi jî bi riya cendirmeyên seyare bin, bi dehhezaran kesên zana, birewer, bawermend, dûrbîn û welathez ji holê rakirine.

Ev jinika ku niha parlemana CHPê  ye û ku  gotiye: ”Kurd nabin weke Tirkan” di 10/ 12/ 2011an de dema ku ji aliyê Elewiyan ve hatiye vexwendin da were şahiya Aşûreyê li Mala Cem a li navçeya Hecîbektaşiyê, dîsa qîlên xwe derxistine holê û kîn û rik û bêzîtiya xwe tev vereşandiye û beşdarî şahiyê nebûye û bi şûnde vegeriyaye çûye.
Çûna wê ji ber çi bû gelo?

Dibe ku hin kes mereq bikin ka gelo çima ew jinik ji ber deriyê şahiya Elewiyan vegeriyaye. Sedemek tîpa ”W”yê bû û sedemê din jî, navê ”Kuzey Irak”ê bû ku ango Başûrê Kurdistanê ye.

Çewa ku tê zanîn, parlemanekî Turkman ê Şîa ku di Parlemana Kurdistanê ye, ji bo şahiya Aşûrayê hatiye vexwendin bo navçeya Hecîbektaşiyê. Navê Parleman jî Fewzî Ekrem Terzi   bûye. Îcar li ser afîşekî  û li ser qertê vexwendina mêvanan navê Fewzî bi tîpa ”W”yê û ku ji parlemana ”Kuzey Îraq”ê jî hatiye nivîsî bûye.

Dema ev jinika parlemana CHPê ya bajarê Izmîrê hatiye navçeya Hecîbektaşlê û çûye ber deriyê barîgeha Cema ku şahiya Aşûreyê li wirê ye,  hema çav bi navê Fewzî ketiye ku bi tîpa ”W”yê hatiye nivîsandin û piştre jî dîtiye ku navê Parlemana Bakûrê Îraqê hatiye nivîsandin, çavên wê tarî bûne, nijadperestiya wê geş bûye, gilêz bi devê wê ketiye û weke şêtan êrîş biriye ser wî afîşê ku navê parlemanê Turkman li serê nivîsî bûye. Lê belê hin cuwanên Elewî bûne astenmg û nehiştine ku biqetîne. Jinik îcar vegeriyaye û bi şûnde çûye devera ku jê hatibû.

Başe, ev jina halo nijadperest çi kes e?

Navê wê “Birgül Ayman Güler” e,  di Yekê Hezîrana 1961ê de li navçeya Bergama ya Izmîrê hatiye dinyayê. Malbata wê Boşnaq e, ji 7 xwişk û bira ya herî piçûk e. Li Zanîngeha Mermerayê Idareya Giştî xwendiye, li Zanîngeha Enqerê jî doktoraya xwe daye, di 2002an de bûye profesor. Roja 14ê Nîsana 2007an li qada Tandoganê ketiye pêşiya xwepêşanderan û çûye ser gora Ataturk û li wirê xeberdaye. Di dewra 24an de li ser navê Îzmîrê di partiya Ataturk CHP de bûye parleman.

Vê jinikê, ji bo ku navê xwe derxe, eynê wek mesela Kurê Pîrê kiriye û du-sê roj berê ew xeberên xirab li dij Kurdan gotiye.

 

A. Behram Badik

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: