Çend gotinên reşbîn?

Zimanê dayîk zimanê dil e, zimanê hest û hiş û gêwl û mîzaca mirovan e. Mîna Nelson Mandela gotiye: “Eger tu bi merivekî re bi zimanekî ku ew fam dike bipeyivî, mebesta te digihe mejîyê wî. Eger tu bi wî merivî re bi zimanê dayîka wî bipeyivî, mebest xwe digihîne dilê wî”.

Remzî Kerîm

Li gor Pirtûka Sor ya Uneskoyê ku li ser Zimanên Tehdîdkirî ye, ji 6500-7000 zimanên îro li ser vî zemînê dunyayê tên peyivîn, 2473 ziman wê di hundirê 60-70 salên pêşîya me û 467 ziman jî di van deh salên pêşîya me de bimrin.

Ev zimanên ku zimannas mirinê mîna qederekê li ser navên wan dinivîsin, ew ziman in yan statuya wan ya polîtîk tuneye, yan jî êdî nabin zimanê zikmakî yên zarokan, ji nifşekî derbasî nifşê din nabin, û hejmara kêm ya pîrejin û pîremêrên wî zimanî dizanin, dimrin û zimanê xwe jî bi xwe re dibin.

Piranîya zimannasên dunyayê ji ber mirina zimanekî xemgîn in, lê mirina zimanan jî mîna proseyeka berdewam ya jîyanê dibînin. Yanî mirin û barkirina zimanan ji vê dunyayê encameka guherîna jîyana zimanan û desttêwerdana mirovan e.

Çima piranîya zimannasan ji ber mirina zimanekî xemgîn in? Çunkî bêîstîsna hemû hevfikir in ku ziman û nasnameya kulturî ya mirovan bi hezaran ta û benên şit bi hevdû ve girêdayî ne. Ev girêdan li gor zimannasan li ba grup û miletên jêrdest qewîntir e.

Bi mirina zimanê xwe, ew grup yan ew milet beşekî mezin yê nasnameya xwe ya kulturî winda dike û bêguman êdî zimanekî din û hilgira kultureka din şûna ziman û kultura berê cihê xwe xweş kiriye.

Zimanê dayîk girîngtirîn nîşaneya nasnameya kulturî ye: ji ber ku her zimanekî ku li ser vê dunyayê tê peyivîn, mîrata kulturî ya wî zimanî ye.

Hemû stran, çîrok, xweşbêj, destan û gotinên pêşîyan, berhemên edebî, zanistî, felsefî yên her zimanekî wek tûrikê kultura wî zimanî ne. Zimanê dayîk bi vê xesleta xwe, di avakirina şexsiyet û nasnameya civakî û kulturî ya axêverên wî zimanî de xwedî rola sereke ye.

Ziman tenha û yekem alavê hizirkirinê ye.

Zimanê dayîk zimanê pêşî ye ku merivek fêr dibe; ew ziman e yê form dide bîr û hestên me û bere bere jî ev form dibe beşek ji şexsiyeta me. Beşek ji nasnameya me. Zimanê dayîk zimanê dil e, zimanê hest û hiş û gêwl û mîzaca mirovan e. Mîna Nelson Mandela gotiye: “Eger tu bi merivekî re bi zimanekî ku ew fam dike bipeyivî, mebesta te digihe mejîyê wî. Eger tu bi wî merivî re bi zimanê dayîka wî bipeyivî, mebest xwe digihîne dilê wî”.

Ez dizanim riya parastin û pêşxistina zimanê kurdî dawîya dawî bidestxistina statuyeka siyasî ye. Ez dizanim zimanek eger bixwaze bijî, muhtacî budce, qanûn, parlamento, leşker, unîversîte, kanalên weşanê yên cûrbicûr, dibistan înternet û karmendên sexbêrîya zimanan e. Lê ez dizanim jî zimanek nikare xwe li benda statuyeka siyasî bigre. Ziman jîndar e, guherbar e. Eger neyê avdan, sibe dusibe 10 statuyên siyasî jî nikarin wî zimanê mirî ji gorê rakin.
Dikin nakin ne îrlandî, ne walesî, ne skoçî ji gorê ranabe. Lewra berî zimanê kurdî bikeve gorê, bêyî ku em li benda statuyeka siyasî bimînin, bêyî ku di navbera zimanê nasnameya xwe ya kulturî û zimanê ku ji alîyê gelek kurdan ve -û ji alîyê gelek dewletên xêrnexwaz ve- wekî parçeyekî nasnameya kurdan ya netewî tê hesibandin bimre, berî vî parçeyê nasnameya me ya kulturî û netewî ji laşê me vekin û bingor bikin, divê em vî zimanî ji nifşekî derbasî nifşê din bikin, divê em kurdî û têra xwe hejmareka mezin ya axêverên kurdî pêşkêşî statuya siyasî bikin. Yan ne wê zimanê dewleta kurdî zimanê tirkî be.

Ma
Tu dixwazî hevîrê zarokên te bi hêvênê zimanekî din bê bistirîn?
Tu dixwazî zarokên te ji xwe şerm bikin?

Tu dixwazî zarokên te ji te şerm bikin?
Tu dixwazî şexsiyet û nasnameya kulturî ya zarokên xwe bispêrî çeqel û beratexweran?
Tu dixwazî derîyê dilê zarokên te ji te û reh û rîşal û kokên te re girtî be?

Tu dixwazî zarokên te, xwe li pişt nasnameyeka naylon veşêrin?
Zimanê dayîk ji bo nasnameya zarokan û ji bo hestên xwebûn, ewlebûn û piştrastbûna ji xwe pir girîng e. Eger zarok ji zimanê dayîk bên dûrxistin, yan pêşî li perwerdeya bi zimanê dayîk bê girtin, ew beşekî girîng yê nasnameya xwe winda dikin.

Tu dixwazî zarokên te ne xwe bin?
Tu dixwazî zarokên te ji xwe neewle bin?
Zimanê dayîk bingehek e ji bo kapasîteya fêrbûna zanyarîyan. Zarok eger bi zimanê dayîk li dibistanan perwerde bibin, asoyeka berfireh ji bo fêrbûna zanyarîyên li ser hemû dersên dibistanê bi dest dixin.

Tu dixwazî zarokên te bi dek û dolab, derew û şekrokên xapînok fêrî zimanekî din bibin?

Eger bersiva HEMÛ pirsan ”na” be, bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive. Li mala xwe zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike.

Ew pira ku zimanê me di ser re derbas dibe û xwe digihîne salên pêş hatiye hilweşandin. Kurdî êdî ji nifşekî derbasî nifşê din nabe.

Tu dixwazî tirk aqlê kurdî, hişê kurdî ji serê kurdan rakin û şûna wan aqilekî protez, hişekî protez deynin? Tu dixwazî tirk şûna te, ji te re bifikirin?

Zimanê dayîk yê nifşên nuh êdî ne kurdî ye, tirkî ye.
Tu dixwazî em bi hev re wê pirê dîsa ava bikin?
Li malê bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive…

Kê gotiye ez nizanim, lê çi xweş gotiye: Tu dixwazî li mala xwe rûniştî, emrê zimanê kurdî 70-80 sala dirêj bikî? Çunkî her zaroka fêrî zimanê kurdî bûye, bi xwe re emrê zimanê kurdî jî dirêj dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: