Dosya

Çend Gotin li Ser Qirkirna Ermenyan

Gelek caran gava behsa pirsa qirkirna ermenyan dibe mirov dibîne ku hinek dixwazin bi şêwekî vekkirî an ne vekirî balê bikşinin alî kurdan, gelk caran em dixwînin û dibhîzin ku çawa hinek Suryanî dixwazin kurdan bi vê tracîdiyê tawanbar bikin, bi min ev nerîn hinek sedemên wê hene. Yek ji wan nezanî û ne têgiştinî bi taybetî li cem nifşên nû. Sedemek din girêdyî ye bi rastiya ku tu kes hesaban ji kurdan nake, ji ber vê her yek dikare, ji aliyê xwe ve, çi bixawze li ser wan bêje an têxe stukra wan, sedma siyemîn bi min ew e ku hukumetên deverê, bi taybetî hukumeta Suriyê dixwaze ku nav kurdan û xelkên din yên Sûriya wek Suryanyan xerab bike, da ku siyasetên wan biserkevin. Lê ya balkeş ew e ku hin ji kurdan bi xwe vê meselê baş ji hev dernaxin û pir şaş diçin. Digel ku ew dixwazin insanetiya xwe bidin xwuyakirn, lê mirov dibîne ku hin ji van xwe sûcdar dibînin û dixwazin kurdan jî wek milet bi qirkirna ermeniyan gunehkar bikin.

Li gor dukumentên ku îro li ber destan hene, tê zanîn ku dewleta Turk ya Osmanî xewst ku xwe hinekî bide ser hev. Birêvebirên wê dweletê baş dizanîn ku rewşa wan xerab e û Ferensî û Engilîzî dixwazin gelek deveran ji wan bistînin. Loma wan  dixwest hesabê xwe bikin, û bi kêmanî devera xwe ya hundir- ya ku îro Turkî jê re tê gotin- di destên xwe de bihêlin. Wan baş dizanî ku du miletên mezin li wê deverê hene û li gor wan ew tehlukeyên mezin bûn. Mesle li gor wan girêdayî bû bi man û nemana dewltê bi tevayî. Ew piştî gelek lêkolîn û guft û goyan gihiştin biryarekê ku ermenyan qir bikin, ji ber wan dît ku helandina wan pir zehmet e  ji alî olî û netewî ve, ji alîkî din ve, şiyarbûna ermenyan ya netewî- li gorî kurdan- bêtir bû. Bi min ev girdayî bû bi pêşketina wan ve, di warê parastina ziman û kultura netewî de. Berpirsiyarên dewleta osmanî, li gel şêwirdarên xwe yên elman dîtin ku ew dikarin kurdan di nav xwe de bihelînin, ji ber kurd li gor wan ne şiyar bûn di warê netewî de û girêdanên wan bi onsmanyan re pir xurt bûn ji alî olî ve, lewra wan ji xwe re dît ku helandina wan wê rehet be lê ya ermeniyan wê nebe. Berpirsên osmanî çare dîtin bi qirkirna ermeniyan û helandina kurdan, û pilanên xwe bi vî awayî meşandin.

Mirov nikare inkar bike ku hinek ji kurdan ketine xefka dewleta osmanî û ew jî beşdarî qirkirna ermeniyan bûn, lê ew kurd beşek ji dewletê bûn, tenê bi eslê xwe kurd bûn, wan tu berjewendiyên kurdan temsîl nedikir, belê ew li dijî wan berjewendiyan bûn, û gelk caran wan li kurdan jî xistbû ji bo razîkirna dewltê. Gelek nimûneyên weha  ta roja îro jî hene. Em tev dizanin ku li Kurdistana Iraqê –wek nimûne- gelek ji kurdên caş beşdarî qirkirna kurdan bi xwe bûn di êrîşên anfalan û yên berî û piştî wan jî, ev kesên wiha kesên dweletê bûn tenê ew bi eslê xwe kurd bûn.

Ji alîkî din, hinek ji ermenyan yên ku bi eskerê Rûsan re derbasî Kurdistanê bûn pir tiştên xerab di heqê kurdan de kirin, lê mirov nikare bêje ku ermenan qirkirna kurdan dixwestin, ji ber ew karên xerab yên hinek kesên nezan bûn, û tu fêda ermeniyan wek milet yan netewe tê de tune bû.
Bi kurtî mirov dikare bêje ku qirkirna ermeniyan biryara dewleta osmanî bû, wê dweletê hinek kesên kurd û hinek kesên din ji miletên Turkiyê ji xwe re bi kar anîn. Hinek belge dibêjin ku beşek ji efseren (sûbayên) elman jî beşdarî qirkirna ermeniyan bûn, ji ber ku Elmanan wê gevaê didîtin ku Ermen pir girêdayî ne bi dujminê wan i wê gavê Rûsya (Oris) re.

Xalek din pir girîng heye, ku gelek caran tê jibîrkirin, kurd bi tevayî dilê wan bi ser ermenan ve bû, û gelek ji wan xelas kirin. Wek nimûne, li vir hêja ku bê gotin ku kurdên kurdistana Suriyê ya îro tu ezyet negîhandin ermenan an suryaniyan, belê pir alîkarya wan kirin û têkilyên wan bi hev re tim baş bûn û di vî warî de gelek nimûneyên konkrêt hene, yek ji wan Seîd Ishaq e, ku ji devera Mêrdînê dakete Amûdê, ew ciyê rêzê bû li cem tevaya xelkên deverê yên kurd û ew bi dengên wan bû endamê perlemana Sûriya di salên 50 de.

 

Dr. Ebdulbasit Seyda

Back to top button