Nivîsar

Çend al û çend dewlet?

Mijara me Ala Rengîn e, pîrozî yan nepîrozîya wê ye. Yek al, yan çend alên cuda? Ji Kurdan re yek al, yan çend alên cuda pêwist in? Ala Rengîn kare bê guhertin yan na? Ev pirs di serê gelek Kurdan de hene û divê meriv li ser raweste.

Nûrî Çelîk

Ji demên kevnare bigrin heta bi îro, eşîr, mîrektî, împaratorî, sazî, partî û dewlet  xwedîyên sembol û nîşanên taybet bûn û bi wan sembol û nîşanan dihatin û  tên naskirin. Ew sembol û nîşanên ku di sedsalên dawîn de jê re al yan ala jî tê gotin, ne tenê sembol û nîşana welat û dewletekê, lê herweha nîşana yekîtîya xelkê wî welatî û wê dewletê ye jî. Dewlet bi ala xwe tên naskirin û millet jî dîsa bi ala xwe xwe dinasin û didin naskirin. 

Ala rengîn a ku ji alîyê rêxistina XOYBÛN ê ve di 1927an de hatiye amadekirin û dîsa di 1927an de li serê çiyayê Agirî û di 1946an de li Mahabadê pêl daye, heta bi îro jî wek Ala Rengîn û nîşana Kurd û Kurdistanê tê naskirin û ji alî piranîya Kurdan ve (PKK ne tê de) tê pejirandin. Ala rengîn ji alî Kurdan ve wek ala netewî û nîşana hebûna Kurdistanê tê qebûlkirin. Ji bo ku ev ala di dil û mejîyê keç û xortên Kurd de şax û perên xwe bernede û hestên Kurdayetî û Kurdistanîbûnê di xwîn û bedena wan de xurt neke, PKK bi zanebûn û bi taybet înkara Ala Rengîn dike, wek Ala Barzanîyan dide nasîn û antîpropagandaya vê alê dike. Her çiqasî PKK bi zanebûn vî karê qirêj dike û dizane ku ev al ne Ala Barzanîyan lê Ala Kurdistanê ye jî, mesele alozkirin û li dij derketina serxwebûna Kurdistanê û hemû nirxên wê ne. PKK heta îro bi dehan al û sembolên ku tu eleqe û girêdanek wan bi al û sembolên Kurdî re tuneye wek alên Kurdî dane pêş lê bi ser neketiye. Tiştê ku bi ser ketiye tenê alozkirin û mejîşûştina keç û xortên Kurd e, bi mahne û bahaneya Barzanîyan dijminatîya nirxên Kurd û Kurdistanî ye. Pir mixabin e ku PKK li Bakur û Rojava heta bi astek bilind jî di vê armanca xwe de bi ser ketiye.

Li vir mijara me ne PKK ye. Mijara me Ala Rengîn e, pîrozî yan nepîrozîya wê ye. Yek al, yan çend alên cuda? Ji Kurdan re yek al, yan çend alên cuda pêwist in? Ala Rengîn kare bê guhertin yan na? Ev pirs di serê gelek Kurdan de hene û divê meriv li ser raweste.

Di dilê her Kurdekî welatperwer de Kurdistan ne pênc şeş parçe, lê yek parçe ye. Kurdistanek mezin û yekgirtî kam û daxwaza her Kurdekî welatperwer e. Lê gava em li rastîya xwe û li rewşa xwe dinerin, rastî dil û mejîyê me dêşîne û pir cuda ye. Îro em bixwazin yan nexwazin, em pê bêşin yan neêşin, Kurdistan 4,5 û 6 parçe ye. Ji xwe me Kurdan Kurdistan di nav xwe de kiriye hezar parçe. Yekkirina temamê parçeyên Kurdistanê xewn û xeyalek pir dûvdirêj û belkû jî dûrî aqila ye, karê sed yan jî hezarê salan e. Ji ber vê, ji bo temamê parçeyên Kurdistanê xwestin û pejirandina yek alê çiqasî rast û realîst e? Gelo ji bo temamê parçeyan yek al ferz e, yan divê her parçeyek li gor şert û şirûtên xwe ji xwe re alek cuda bipejirîne? 

Her çiqasî Ala Rengîn di 1927an de ji alî rêxistina XOYBÛNê ve li Beyrûdê hatibe amade û pejirandin jî, em bixwazin nexwazin ji ber federalîya Başûrê Kurdistanê û desthilatdarîya Barzanîyan, ev al wek ala Başûr û heta astekê wek Ala Barzanîyan di serê gelek Kurdan de pirsan çêdike. Em bêjin Başûrê Kurdistanê bû dewlet û Ala Rengîn li Yekîtîya Milletan pêl da. Em bêjin Bakur û Rojava jî bûn federe yan serbixwe bûn û alên cuda pejirandin. Wê çare û çareserî çi be? Yek al, yan çend alên cuda? Kurdistanek yekgirtî, yan 4-5 Kurdistan? 

Gava em li rewşa Ereban dinerin, dibînin ku 24 dewlet û 24 alên wan hene. Hemû jî Ereb in û ji rewşa xwe bextewar in. Di dîrokê de gelek welatên wek Rûsya, Brîtanya, Afrîka, Gurcistan, Makedonya, Lîbya, Îran, Bosna, Myanmar, Îskoçya û Emîratên Erebî ji ber şert û mercan alên xwe guhertine û alên nû ji xwe re hilbijartine. Helbet dil dixwaze ku ne çar Kurdistan lê yek Kurdistan û yek alek me hebe. Lê mixabin rewşa ku Kurd û Kurdistan tê de ye me ji xewn û xeyalên yek dewlet û yek alê dûr dixe. Tew yekîtî yan yekkirina zimanê Kurdî jî bi serê xwe pirsgirêkek mezin e. Li gor ku Kurdistanek yekgirtî û mezin di asta îro de wek xewn û xeyalekê û dûrî aqilan dixuye, yekîtîya zimanê Kurdî jî berdewamîya wê xewn û xeyalê ye.  

Bi kurt û Kurmancî; di rastî û realîteya îro de yek Kurdistan, yek al û yek ziman bersiva rastîya me Kurdan nade. Rastî û realîte 4-5 Kurdistan, 4- 5 al û 4-5 ziman e. Çawa ku 24 dewletên Ereban hene, yek millet in lê zimanê wan ne yek zarava ye, çawa ku gelek dewletên Tirk û Tirkmenan hene, yek millet in lê zaravayên wan ji hev cuda ne, xuyaye wê rewşa me Kurdan jî bişibe rewşa wan.

 Li gor min 4-5 Kurdistan û 4-5 alên cuda lê yek millet ne zirar lê dewlemendîyek e. Helbet di sedsalên pêşerojê de rewş çi dibe çi nabe, Kurd û Kurdistan dibin yek yan nabin yek kes nizane. 

Back to top button