Civak
Çemên di nava berfê da diherikin dîmenên xweş derdixin holê

Li deverên bilind yên Bîngolê çemên di nava berfê da diherikin ji bo wênegiran dîmenên xweş derdixin holê.
Li herêma nêzîkî navçeya Adakliyê li deşta ku li dorê çiya bilind dibin, piştî ku berf barî her der sipî bû û çemên di nava berfê da diherikin dîmenên xweş derxistin meydanê.
Serokê Komeleya Kilûba Amatorên Wênegirî û Sînemayê ya Bîngolê Kenan Nîhat Elçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku deverên bilind yên Bîngolê çemên di nava berfê da diherikin ji bo wênegiran dîmenên xweş derdixin holê.
Kenan Nîhat Elçî diyar kir dîmenên fetlokên çêm pir balkêş in û wiha got, “Ev dîmen bala wênegiran dikişîne. Li herêmê wêne tên kişandin yan jî bi droneyê dîmen tên girtin. Dereke pir xweş e.”
Jêder: AA