CivakPolîtîk

Çekdarên PYDê berpirsek yê PDKS girt

Piştî bûyera Şingalê, çekdarên PYDê li dijê PDKS û aliyên di nava ENKSê terorê dikin. Ofisên wan diçewitînin û endam û berpirsên PDKS digrin.Li Efrînê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Îro demjimêr 3:00 ber destê sibê, hêzeke çekdarên PYDê ser mala endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo de girt û ew binçav kirin û berve cihekî ne diyar ve birin.Herwiha di daxuyaniya PDK-Sê de hat, li navçeya Bilbilê, çekdaran Efrînê endamê Komîta Herêmê yê heman partiyê Ednan Îbrahîm Cabo binçav kirin.PDK-Sê ragihand, ev kiryarên girtin û binçavkirina endamên PDK-Sê nakeve berjewendiya Kurd û saxî û xweşiya Ebdilrehman Apo û Ednan Îbrahîm Cabo xwe xiste stûyê Rêveberiya Xweser.Herwiha PDK-Sê daxwaza azadkirina hemû endamên xwe di girtîgehên Rêveberiya Xweser kir, di nava wan de jî Ehmed Sîdo û Îdrîs Elo yên ku ji sala 2013an ve li cem desthilatên Rêveberiya Xweser girtî ne.Ev ne careke yekem e ku endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Ebdilrehman Apo ji aliyê çekdarên PYDê ve tê girtin, berê di 8 Îlona 2013an ta 2 Çileya 2014an 4 mehan hatibû binçavkirin, di 4ê Adara 2016an ta 21 Tîrmeha 201an 4 mehan hatibû binçavkirin.

Back to top button